Bi Brexîtê re referandûma serxwebûna Skoçyayê ket rojevê

Kamara Avamê, destpêkirina pêvajoya derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) erê kir. Bi vê yekê re referandûma ji bo serxwebûna Skoçyayê ji nû ve ket rojevê.

Di referandûma Brexîtê ya 23'ê Hezîrana 2016'an de, destpêkirina danûstandinên derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê hatibû erêkirin. Pêşnûmeya Brexîtê, ku hefteya bihurî di Kamara Lordan de hat guhertin û hat vegerandin, li Kamara Avamê ji nû ve hat nirxandin û hat qebûlkirin.

Kamara Lordan jî, ku baskê herî bilind ê parlamentê ye, vê carê ti guhertin di pêşnûmeyê de nekir û yekser erê kir. Bi vî rengî destûr ji hikûmetê re hat dayîn ku dest bi danûstandinên ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bike.

Li aliyê din, li Skoçyayê jî ku di referandûma Brexîtê de ji sedî 62 ê gel deng da ji bo di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin, referandûma ji bo serxwebûnê ji nû ve ket rojevê. Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûgeon duh daxuyaniyek da û diyar kir, ji bo referandûma serxwebûnê di dawiya sala 2018'an, ya jî di destpêka sala 2019'an de bê kirin, ew ê bikevin nava tevgerê. 

Serokwezîra Brîtanya Mezin Theresa May jî li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand, ew li dijî referandûmeke nû ya li ser serxwebûnê ne. May da xuyakirin, ku Nîcola Stûrgeon dixwaze di dema derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê de referandûmê pêk bîne û îdîa kir, ku ev yek 'helwesteke bi berpirsyarî' nîne.

Di sala 2014'an de jî li Skoçyayê referandûmê hatibû kirin, lê dengê 'na' bi ser ketibû. Ji sedî 44,7 ê gelê Skoçyayê jî dengê 'erê' da bû. Lê belê, ji ber ku desteka ji bo Yekîtiya Ewropayê zêde ye, tê payîn ku di referandûmeke nû de bi hêviya mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê, dengê 'erê' zêde be.