Bexda ji bo vekişînê ji Washîngtonê xwest ku heyetekê bişîne

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî yê ku îstîfa kirî ji bo ku vekişîna leşkerên Emerîkî yên li Iraqê organîze bike ji Washîngtonê xwest ku heyetekê bişîne.

Piştî êrîşa 3'yê Çile ya li Bexdayê Parlamentoya Iraqê biryar standibû ku DYE hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê bikişîne. Serokwezîrê Iraqê yê ku îstîfa kirî, Adil Evdilmehdî Pêrşemê, derengiya şevê li Wezîrê Karê Derve yê Emerikayê Mîke Pompeo geriya.

Li gorî daxuyaniya bûroyê ya Serokwezîrtiyê ya Iraqê Evdilmhedjî ji Pompeo xwest, ''Ji bo biryara parlamentoyê ya Iraqê bi cih were, ji bo mekanîzmayên hewce werin avakirin, nûneran bişînin.''

Li Iraqê derdora 5.200 leşkerên DYE'yê hene. Piştî biryara vekişandina leşkerên Emerîkayê, tê gotin wê were xwestin ku koalîsyona navnetewî ya dijî DAÎŞ'ê ku ji 74 endaman pêk tê jî ji Iraqê vekişe.