Berxwedêrê Ermen wê li Pantheonê bê bicihkirin

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku berxwedêr Ermen Mîssak Manoûchîan ê ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî Naziyan li ber xwe da û bi gulereşandinê hate qetilkirin, di 21'ê Sibata 2024'an de wê li Pantheonê bê bicihkirin.

Di daxuyaniya Qesra Elysee de hate gotin, "Mîssak Manoûchîan parçeyek ji mezinahiya me ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedêrê Ermen 'nirxên gerdûnî' yên azadî, wekhevî û biratiyê temsîl dike.

Serokkomar 'wêrekî' û 'lehengiya bêdeng' a Mîssak Manoûchîan silav kir û di şexsê wî de hevrêyên wî yên çekdar ên Spanî, Îtalî û Yahûdiyên ji Ewropa Navîn bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xwîna ji bo Fransayê hatiye rijandin ji bo her kesî bi heman rengî ye."

Qesra Elysee diyar kir ku cenazeyê Mîssak Manoûchîan 80 sal piştî mirina wî, di 21'ê Sibata 2024'an de wê li Pantheonê bê bicihkirin.

Li gorî daxuyaniyê, cenazeyê hevjîna Manoûchîan a Ermen Melînee ku bi xwe jî berxwedêr bû, wê li gel cenazeyê Manoûchîan li Pantheonê bê bicihkirin. Cenazeyê herduyan niha li goristana li banliyoya Îvry-sûr-Seîne ya li Parîsê veşartî ne.

Mîssak Manoûchîan ji qirkirina Ermenan rizgar bû û sala 1925'an weke penaberekî li Fransayê bi cih bû. Di sala 1943'an de tevlî berxwedana komunîst bû û 21'ê Sibatê ji aliyê Elmanan ve hate girtin, piştre jî bi gulereşandinê hate qetilkirin. Manoûchîan pêşengî ji toreke berxwedanê ya gelekî çalak re dikir.

Pantheonê kesayetên mezin ên Komarê Voltaîre, Vîctor Hûgo û Marîe Cûrîe jî hatine veşartin. Manoûchîan wê bibe berxwedêrê komunîst û biyanî yê destpêkê ku li Pantheonê bê bicihkirin.