Bertîl xwar, cezayê kuştinê lê hat birîn
Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Çînê yê herêma Hangzhoûyê, ji ber xwarina bertîlê bi cezayê kuştinê hat cezakirin. Dibe ku cezayê kuştinê veguhere razana hepsê heta bi hetayê.
Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Çînê yê herêma Hangzhoûyê, ji ber xwarina bertîlê bi cezayê kuştinê hat cezakirin. Dibe ku cezayê kuştinê veguhere razana hepsê heta bi hetayê.
Li gor medyaya Çînê, şefê berê yê Hangzhoû yê Partiya Komunîst a Çînê piştî diyar bûye ku 25 milyon dolar bertîl xwariye, cezayê kuştinê yê taloqkirî lê hatiye birîn.
Li gor ku CCTV’yê ragihandiye, Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Hangzhoûyê Zhoû Jîangyong, bi cezayê kuştinê yê bi du salan taloqkirî hatiye cezakirin. Li gor heman çavkaniyê hatiye tespîtkirin Zhoû 25 milyon dolar bertîl xwariye.
Li Çînê, cezayên kuştinê ku tên taloqkirin, ger bersûc ji sûcekê din hikum nexwaribe, vediguhere cezayê hepsê yê heta bi hetayê.