Bersûcê sûcê şer ê Sirbîstan lê digeriya li Fransayê hat girtin

Serokwezîrê berê yê Kosova û yek ji lîderên ÛÇK Ramûş Haradînaj, ku tê gotin di dema şerê Kosova de sûcê şer li Sirpan kiriye û bi vê sûcdariyê lê dihat gerîn, li Fransayê hat binçavkirin.

Sirbîstanê, der barê Haradînaj de bi rêya Înterpolê fermana girtinê derxist. Li ser vê yekê Haradînaj dema li Balafirgeha Basel-Mulhoûse peya bû ji aliyê polîsê Fransayê ve hat binçavirin.

Dadgeh wê biryarê bide ku Haradînaj radestî Sirbîstanê bike yan na.

Wezareta Karên Derve ya Kosova jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku ji bo berdana Haradînaj wan dest bi hewldanan kirine.

Ramûş Haradînaj ku di navbera salên 1998-1999'an de dema rêveberekî payebilind ê Artêşa Rizgariya Kosova (ÛÇK) bû, dihat sûcdarkirin ku li dijî Sirpan sûcê şer kiriye. Haradînaj di navbera salên 2004-2005'an de li Konsovayê Serokwezîr bû.

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (TPIY) ku beriya niha têkildarî Yûgoslavyayê civiya bû, Haradînaj jî mehkemeke kiribû, lê 'bêguneh' dîtibû. Haradînaj bi 37 sûcdariyan tê sûcdarkirin.

Têkildarî sûcên ÛÇK li Kosovayê kiriye, tê payîn îsal dadgeheke navneteweyî dest pê bike. Lîderê Kosovayê Haim Taçî jî tê sûcdarkirin ku di dema şer de bi qasî 500 esîrên şer ên Sirp, Arnavût û Roman kuştiye.