Bernameya hikumeta nû ya Îtalyayê YE’yê dixe nava fikaran

Ji ber mezaxtinên butçeyê ku hikumeta nû ya M5 û Koalîsyona Lîga Bakur daniya pêşiya xwe, Yekîtiya Ewropa (YE) ketiye nava fikaran ku di demeke kurt de wan bîne dijberî hev.

Di Adara derbasbûyî de li Îtalyayê hilbijartin pêk hatibû û di navbera du rikberên hev, Lîga Bakur a Rastgiriya Tund (Lega Nord) dike û Tevgera 5 Stêrk a dijberî YE'yê, koalîsyon hatibû avakirin. Vê jî di Yekîtiya Ewropayê de fikar derxistin holê ku li Îtalyaya bêkarî zêde ye qeyran kûrtir bibe. 

Tê payîn ku namzetê serokwezîriyê yê koalîsyonê pêşkêş kirî ji hêla serokkomar ve bê erêkirin û ji ber butçeya ku vê koalîsyonê di gelek qadan de daye pêşiya xwe û pêşkêş kiriye, ji hêla namzetê serokomariyê ve bê erêkirin. 

MALIYETA SOZÊN HIKUMETÊ BI MÎLYON EUROYAN E

Îtalya ku di salên dawiyê de di nava dewletên YE’yê bi qeyranên aborî û paşdeketinê tê bilêvkirin, sozên hikumeta dawiyê dayî û bernama ku dayî pêşiya xwe, YE’yê ji niha de dixe nav gumanan. Sedema wê jî ew e ku tenê daxistina bacan salê 50 mîlyar euro li ser dewletê dibe mal.