Beriya G7’yê rojev endamtiya Rûsyayê ye

Roja Şemiyê wê li Fransayê civîna G7’yê were lidarxistin û wê têketina Rûsyayê ya G8’ê were nîqaşkirin. Rêveberiya Moskovayê ragihand ku wê vê biryarê ‘binirxînin’.

Rûsya ya ku di nav G8’ê de ye a ku aboriyên herî xurt ên cîhanê endamên wê ne, di sala 2014’an de ji ber alîkariya Kirimê ya Rûsan ji endamtiyê hatibû derxistin. Lê geşedanên di demên dawîn de diyar dike ku îxtîmala Rûsya dîsa têkeve yekîtiyê zêdetir bûye.

Serokkomarê Macron duh derbarê vê meseleyê axivî û got “Heke şert pêk werin, Rûsya dîsa dikare têkeve G8’ê. Lê heke bêyî şert Rûsya were qebûlkirin wê ev tişt were wateya qelsbûna G7’ê.”

Hate diyarkirin ku ji bo Rûsya karibe têkeve G7’ê divê xalên di peymana di sala 2015’an de a li Mînska Belarûsê têkevin dewrê.

Macron diyar kir ku ji ber Rûsya mudaxeleyî Ûkraynayê kiribû, heke kêşe werin çareserkirin wê ji nû ve were qebûlkirin.

TRÛMP WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE, BRÎTANYA LI DIJÎ WÊ YE

Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kiribû ku ew ê piştgiriyê bide da ku Rûsya dîsa têkeve G7’ê û G8 were avakirin.

Brîtanyaya Mezin jî bi tundî li hemberî vê îxtîmalê derdikeve. Serokwezîr Borîs Johnsonn di serdana xwe ya Elmanyayê de diyar kir ku di vê meseleyê de hê şert ava nebûne. Johsonn îddîa kir ku Rûsya ji xeynî meseleya Ûkraynayê li Brîtanyayê jî hin ‘provokasyon’ kiriye.

RÛSYA WÊ MESELEYÊ BINIRXÎNE

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku “Heke di civîna G7’ê de biryareke derbarê Rûsyayê were dayîn ew ê vî tiştî binirxînin wê bersivekê bidin.”

Rêveberiya Kremlînê sala borî vê îxtîmala ku Trûmp qala wê kiribû, bi tundî red kiribû û diyar kiribû ku tu nêteke wan tuneye ku bila endamtiya wan a G8 were nûkirin.