Berdevkê Obama got, îdîaya Trûmp ne rast e

Berdevkê Serokê berê yê DYA Barack Obama Kevîn Lewîs da xuyakirin, ku îdîaya 'şopandin û guhdarîkirina li Donald Trûmp' ne rast e, ku ev îdîa ji aliyê Trûmp bi xwe ve hat kirin.

Lewîs got, "Ne Serok Obama ne jî berpirsyarekî din ê Qesra Spî, ji bo guhdarîkirina welatiyekî/e Amerîkî ferman nedaye". Berdevkê Obama da zanîn, bi fermana serokê berê re, ti ji xebatkarên Qesra Spî tevlî lêpirsînên Wezareta Edaletê nebûne.

Der barê îdîayên Trûmp de, ji şêwirmendên berê yên Obama Ben Rhodes jî daxuyanî dabû û gotibû, ku îdîa derew e. Rhodes bi rêya twîtterê ev peyam weşand: "Ti ji Serokê DYA fermana şopandinê nade. Ev astengî ji bo parastina welatiyan ji 'kesên mîna we' ye."

Donald Trûmp duh bi rêya Twîtterê îdîa kiribû, ku di dema hilbijartinên serokatiyê de Serokê berê Obama telefonên wî daye guhdarîkirin.