Berdevka Pentagonê jî îstifa kir

Berdevka Wezareta Parastinê ya DYE’yê Dona Whîte ragihand ku ji rêveberiya Trûmp îstifa kiriye.

Berdevka Pentagonê Dana Whîte li ser Twîtterê daxuyanî da û got; “Hemû fersendên ku vê rêveberiyê dane min, desteka hemû sivîlan, endamên servîsê û Wezîrê Parastinê Mattîs bi nirx dibînim.”

Beriya Whîte, Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Jîm Mattîs û Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’yê DYE Bret Mcgurk îstifa kiribû. Mattîs û Mcgurk piştî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Serokê DYE Donald Trûmp îstifaya xwe dabûn.

Alîkarê Wezîrê Parastinê û senatorê berê Charlîe Summer ji bo berdevktiya Pentagonê hate erkdar kirin.