Neteweya Demokratîk û Jiyana Civakî

Perwerde ne ji bo duristbûna civakê, lê ji bo hilweşandina wê tê bikaranîn. Li ser jiyana civakî gelek analîz dikare be kirin, lê ev analîz îspat dikin ku em ji zû ve gihiştine ber wî sînorî ku ji me re dibêje, ‘yan civak yan netiştekbûn.’

JI PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO HATIYE WERGIRTIN

Di pêvajoya netewebûyîna demokratîk de, di jiyana civakî de veguherînên girîng çêdibin. Jiyana ji rêûresmê ya di modernîteya kapîtalîst de wê gelekî biguhere. Di civaka berê de wê guhertinên gelekî radîkal bibin. Modernîte bi maneya xwe ya peyvê jî herî zêde di jiyana civakî de xwe dide hiskirin. Beşekî mezin ê guhertinan der barê modeyê de ne, û şiklî ne. Kategoriyên bingehîn ên şaristaniyê hebûna xwe dewam dikin. Pêşketin û veguherîna bajar, çîn û dewletê di warê naverokê de nîne. Di hersê kategoriyan de nepxeke mezin çêdibe. Avahiya civakê ya bi bajar, bi
 
çîn û bi dewletê bi sîstema danehevê ya kapîtalîst bi şêweyekî kansêrwarî mezin dibe. Tevî ku sîstema şaristaniyê ya berê avahiyeke wê ya timûtim rê li ber pêxîrtengiyan veke hebe jî di wê astê de nîne ku bi van nakokiyan bi tevahî civakê bixe tehlûkeyê, wê ji hev de bixe û rê li ber şaneyên kansêrwarî veke. Şêwazê danehevê yê kapîtalîzmê, li gorî xwezaya xwe ji bo karibe bixebite mezinbûna civakî vediguherîne şêwazekî kansêrwarî. Eger roja me ya îro em hem şahidên megapolên şêniyên wan ji bîst mîlyonî bihurî, desthilatdariya dewleta netewe ya xwe berdaye nava mûrehkên civakê û çînîbûna li pey civakeke homojen a monoton in, û bi ser de jî weke meyleke serdest a jiyana civakî, em vê normal dibînin, ev tê wê maneyê em bi nexweşiya kansêra civakî ketine. Tevahiya nîşaneyên zanistî îspat dikin ku dinya me, hawîrdora me û civaka me, mezinbûna bi vê lezê diçe, wê nikaribin rakin. Di vê rewşê de mirov nikare behsa civakeke dijî bike, mirov dikare behsa cinawirekî bike ku çi tê pêşiyê nahêle, dadiqurtîne. Di civaka berê de Levîathan bi tenê desthilatdariya dewletê îfade dikir, lê modernîteya kapîtalîst bi xwe roja me ya îro veguheriye cinawirekî bi tevahî ruhber û zindiyên li dinya me diqedîne, tine dike. Modernîteya kapîtalîst bi xwe cinawirek e, Levîathanekî modern e.

Jiyana modern a serdest li dora koleya herî kevin ango jinê bi temamî veguherandine xefikekê. Jin di kapîtalîzmê de xistine rewşeke welê ku mirov jê re bibêje ‘qralîçeya metayê’ di cih de ye. Ne bi tenê bêheqdest tê xebitandin, bi heqdesta herî kêm dixebite û ji bo kêmkirina heqdestan weke amûrekê tê bikaranîn. Yek ji wan amûrên sereke ye ku bi nermî tê xebitandin. Makîneyeke zarokanînê ya îndustriyel e ku timî ji sîstemê re nifşên nû amade dike. Amûra sereke ya îndustriya reklamê ye. Ji bo pêkhatina desthilatdariya cinsperest amûrek e. Ji împaratorê global heta bi împaratorê piçûk ê nava malê amûrê desthilatdarî û xweşiya bê sînor a hemû mêrên serwer e. Ji bo yên hîç desthilatdariya wan tineye, alaveke desthilatdariyê diafirîne. Jin bi qasî ku di dema modernîteya kapîtalîst de hatiye îstîsmarkirin di demeke din a dîrokê de nehatiye îstîsmarkirin. Ji ber ku koletiyên din –koletiyên zarok û mêran –li ser şopa koletiya jinê têne çêkirin, jiyana civakî ya kapîtalîzm ferz dike, ji bilî efendiyan bi qasî
ku her kesî dike zarok ewqasî jî dike kole. Jiyana sosyal a civaka roja me ya îro hem weke kalekî kiribin zarok kirine zarok hem jî kirine mîna pîrekan. “Gel û civak hez dikin ku mîna pîrekan bêne birêvebirin” ev gotina navdar a Hîtler vê rastiyê îfade dike. Malbat saziya herî kevn e ku li dora jinê pêk hatiye û dîsa li dora jinê tam ji hev de dikeve. Tişta malbatê ji hev de dixe şêwazê danehevê yê kapîtalîzmê ye. Ev şêwaz çiqasî civakê nehêle, tine bike, ewqasî pêk tê, lewma encama mirov dibîne û li bendê ye ew e, çi qasî hucreya bingehîn a civakê ango malbatê biqedîne ewqasî wê karibe civakê biqedîne û atomîze bike.

Tib çiqasî were bipêşxistin bila were bipêşxistin, nikare nexweşiyên di nava civakê de mîna firêzê belav dibin, rawestîne. Pêşketina tibbê bi xwe îspat dike ku bi awayekî diyalektîkî nexweşî jî çiqasî pêş ketine. Sîstema kapîtalîst bi xwe nevrotîk û kansêrolojîk e, lewma mirov dikare jê li bendê be ku ferdên civakê bi van nexweşiyên bi vî rengî bixeriqîne. Milletperestî, dînperestî, desthilatperestî û cinsperestî hem weke sazî hem jî weke ferdî genên zêhnî û hestî yên kapîtalîzmê ne ku timî nexweşiyê belav dikin. Nexweşiyên fizîkî yên zêde dibin nîşaneya nexweşiyên zêhnî û derûnî ne, û ev encamên xwezayî yên wê civakê ne ku ji hev belav dibe û ji hev de dikeve.

Di jiyana civakî ya modern de erka perwerdê gihandina ferdê dij-civakî ye. Çi jiyana ferdê lîberal çi jî jiyana welatiyê dewleta netewe, li gorî hewcedariyên kapîtalîzmê têne programkirin û pêkanîn. Bi vê armancê, îndustriyeke mezin a bi navê sektora perwerdeyê hatiye pêkanîn. Di vê sektorê de ferd bîstûçar saetan ji aliyê zêhnî û rûhî ve tê bombebarankirin û bi vî awayî wî dikin hebûneke antî-civakî. Ev ferd ji polîtîkbûn û exlaqîbûnê hatiye derxistin. Bi ferdên rojane li pey zêdexwarin, vexwarin û bikaranînê dibezin, bi kesên bûne pereperest, seksîst, şoven û şelaqên desthilatdariyê xwezaya civakê ji binî ve tê xirakirin. Perwerde ne ku ji bo duristbûn û têkûzbûna civakê tê bikaranîn, berevajî ji bo hilweşandina wê tê bikaranîn. Der barê jiyana civakî de mirov dikare hê gelek analîzan bike, lê ev analîz hemû îspat dikin ku em ji zû ve gihiştine ber wî sînorî ku ji me re dibêje, ‘yan civak yan netiştekbûn.’
 
Zanistên ji bo berjewendiyên kapîtalîzmê têne bipêşxistin li ser navê çi qeşmertiyan têne kirin bila bêne kirin, jiyana mirov beriya her tiştî jiyaneke civakî ye. Hê dewlet û kapîtalîzm tinebûn jî civak hebû. Mirov bi civakê bû mirov. Civaka klan a dişibe malbatekê û bi bawayekî besît bi mîlyonan salan dewam kir û em naecibînin nebûya, ne bajar, ne çîn, ne dewlet û ne jî şaristanî wê çêbûna. Bajar, çîn, dewlet û şaristaniyê civak bi pêş nexistine, berevajî hebûna ku ev diyarde hemû pêşde birin, civak e. Di jiyana mirov de ti tişt nikare şûna civakê bigire. Dest kişandina ji civakê, ji civakbûnê derketin, destkişandina ji mirovatiyê ye û derketina ji mirovatiyê ye. Neteweya demokratîk beriya her tiştî israra civakbûnê ye; li hemberî modernîteya kapîtalîst bi durişmeya ‘yan civak yan netiştekbûn’ radiwest e. Bi israr e ku civaka di nava çerxên modernîteyê de ji hev de tê xistin mayînde bike, weke rastiyeke dîrokî-civakî pêk bîne. Ji ber ku girîng e, der barê jin û malbatê de xaleke taybet datîne, lê divê mirov bi awayekî bingehîn civakê weke malbateke mezin bibîne. Ev malbat e ku tevahiya dîrokê mirov çêkiriye. Roja me ya îro her tişt bûye pere, desthilatdarî, seks, fûtbol û tiştên weke wan ên dînê modernîteyê ne ku ev paşê derketine holê û ti carî ferdan pêk nayînin, berevajî ferdan diqedînin.

Neteweya demokratîk modeleke alternatîf e ku pê ferd û welatiyê azad pêk tê. Neteweya demokratîk li dijî netiştkirina civakê, civaka alternatîf e; li dijî civaka desthilatdarî û dewletê yan jî li dijî bêcivakbûnê civaka demokratîk e. Li dijî qedandina civakê ya her şêweyê kolekirin û newekheviyê pêk tê û pê didin qebûlkirinê, civaka gihiştiye hebûna azadî û wekheviyê ye. Dema ku mirov ji aliyê jiyana civakî ve neteweya demokratîk binirxîne, bi hêsanî mirov digihîje van pênaseyan. Ji bo jiyaneke têkûz û durist yek ji şertê sereke ew e, divê civakbûna neteweya demokratîk pêk bê. Civaka ku dewleta netewe ew qedandiye, ji nû ve wê bi ser wê ve tîne. Civaka bi tenduristî, ferdê bi tenduristî digihîne. Ferdê digihîje tenduristiya xwe ya zêhnî û derûnî li hemberî nexweşiyên fizîkî jî berxwedana wî bi hêz dibe û nexweşî kêm dibin. Têgihiştina li perwerdeyê ya neteweya demokratîk bi sedema ku armanca xwe civakbûn û ferd- welatiyê azad e, diyalektîka pêşketinê ya ferd bi civakê re û civakê bi ferd re ji nû ve tê danîn. Rola zanistan a mirovan civakî, azad û wekhev dike ji nû ve derdikeve holê. Neteweya demokratîk netewebûyîna civaka der barê hebûna xwe de rast serwextbûyî ye.

Civaka Kurd a modernîteya kapîtalîst aniye ber îmhayê ji bo veguhere neteweya demokratîk KCK bi rola darê piştê radibe û ji bo jiyana civaka demokratîk û ferdê azad garantî ye. Ji bo ferdê Kurd û civaka wî li hebûna xwe serwext bibin, amûra bingehîn e. Alî û şaxê polîtîk û exlaqî yê civakê bi pêş dixe û dike ku li rastiya xwe serwext bibe. Di serdema me de neteweya demokratîk ew civak e ku li hebûna xwe serwext bûye û bi vê serwextiyê xwe diparêze. Civaka Kurd a di nava pencê dewleta netewe de ku ji aliyê çandî ve tê qirkirin, bi tenê bi netewebûyîna demokratîk dikare ji rejîma îmha û înkarê ya li ser tê ferzkirin bibihure. Neteweya demokratîk, KCK û ferdê azad yekpare ne, û ji hev nabin.

(Ji parênameya Rêber Apo ya bi navê 'PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de' hatiye wergirtin.)