Dixwazin Kurd bi destê HTŞ’ê werin çewisandin

Tirkiye piştgiriyê dide HTŞ’ê, qanûna wê ya bingehîn, hikûmeta wê û rejîma wê. Dixwaze HTŞ û çeteyên wê Kurdan biçewisînin. Gelo ma HTŞ ji Kurdan çêtir e; zêdetirî nêzîkî gelên Tirkiyeyê ye?

ZEKÎ BEDRAN

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dubare gefan li Rojava û Kurdan dixwe. Helbet hinceta wî dubare PKK ye, çimkî li sernaserê cîhanê du kes QSD û YPG’ê weke terorîst nabîne. Tirkiye bi salan e hewl dide ku van jî bixe lîsteya terorê lê belê nekarî. YPG û QSD ji sala 2014’an ve ye li gel Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Li sernaserê cîhanê têkilî tu bûyerên terorê nebûne. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû cîhanê vekirî ye. Ji aliyê meclîsan ve tê birêvebirin. Xwedî demokratîktirîn û azadixwaztirîn rêveberiya Rojhilata Navîn e.

Dewleta Tirk a niha diçe Îmraliyê û dibêje ‘’Em aşitiyê pêk bîn û tifaqa Kurd-Tirkan ava bikin’’ lê belê gefan jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dixwe.  Bi qasî ku tê dîtin sedema gefxwarinê PKK ye, çimkî ger bibîje ku ‘’Ez dijminê Kurdan im, bila hebûn û statuya wan tune bin’’ wê cîhan lomeyan lê bike. Divê gelê Kurd jî weke hemû gelan mafên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê dev ji rê û rêbazên qirêj bernade, di şexsê PKK’ê de dijminahiya li dijî Kurdan didomîne. Her çawa be PKK di lîsteya terorê de ye. Vê yekê li her derê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi awayên herî xirab li hemberî Kurdan bi kar tîne.

KURD ÇIMA NIKARIN VEGERIN EFRÎNÊ?

Ma li Efrînê a niha PKK heye? Gelo çima Efrînî nikarin vegerin ser axa xwe? Li Efrînê li hemberî Kurdan paqijiya etnîkî hate kirin. Rejîma BAAS’ê hilweşiyaye. Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) li Şamê reveberî bi dest xistiye.  Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ji raya giştî re eşkere kirin ku beşdarî artêşa Sûriyeyê bûne. Ahmet Şara anî ziman ku wê Efrînî vegerin ser xaka xwe. Bi xwe jî çû Efrînê lê belê Efrînê hê nekarîne biçin Efrînê. Şara bi xwe jî dibêje ku wan hê jî kontrola wir nexistiye bin destê xwe û ewlehiya herêmê dabîn nekiriye. Gelo kî li hemberî ewlehiyê weke gefekê ye? Helbet Tirkiye û çeteyên girêdayî wê. HTŞ nikare ji Tirkiyeyê re bibêje ku ji wir derkeve û çeteyên xwe ji wir derxîne.

BE SMO BEŞDARÎ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ BÛBÛ?

Artêşa Tirkiyeyê bi mehan li gel çeteyên xwe erîşî Bendava Tişrînê kir. Dewleta Tirk gelek caran daxuyanî da ku hemû koman qebûl kirine ku beşdarî artêşa Sûriyeyê bibin.  Ger hemû kom beşdarî artêşê bibin wê demê ev êrîş ji aliyê HTŞ’ê ve tên kirin. Lê belê HTŞ dibêje ku ew şer nake û li gel QSD’ê agirbest îlan kiriye. Di li hevkirina 10’ê Adarê ya li gel QSD’ê de jî madeya agirbesta ji bo hemû Sûriyeyê hebû.  A niha jî agirbesteke têkildarî Bendava Tişrînê tê nîqaşkirin. Li gorê vê yekê wê hêzên girêdayî HTŞ’ê, hêzekê di navbera QSD’ê û çeteyên SMO’yê de bi cih bike.  Be SMO û çeteyên din beşdarî artêşa Sûriyeyê bûbûn? Li gorî vê divê çete girêdayî fermana HTŞ’ê bin. Ger SMO ne girêdayî dewleta Tirk be û girêdayî HTŞ’ê be wê demê çima HTŞ hêzeke cuda bîne û di navberê de bi cih bike?

BI AWAYEKÎ EŞKERE JI BER DIJMINAHIYA KURDAN E

Welatiyên ji Girê Spî û Serekaniyê jî nikarin vegerin ser xaka xwe. Ev der jî di bin dagirkerya dewleta Tirk de ne û çeteyên dewleta Tirk li wir in. Li Efrîn û van herêman ewlehiya welatiyên sivîl tune ye. Revandin, êşkence, fîdyexwestin û gefxwarin berdewam dikin. Bi salan e mal û milkên welatiyan hatine desteserkirin, talankirin û destûrê nadin ku vegerin. Pirsgirêk ne hebûna PKK’ê ya li van deran e. Bi awayekî eşkere polîtîkaya dijminahiya li hemberî Kurdan tê sepandin.

TIRKIYE REJÎMEKE JI BAAS’Ê XIRABTIR EMPOZE DIKE

Dewleta Tirk zextê li HTŞ’ê dike û dibêje ku bila tu statuyên Kurdan neyên naskirin. Ji ber vê yekê qanûna derbeyê ya HTŞ’ê cara ewil ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hate naskirin û wê piştgirî dayê. Heya ku MGK’ya dewleta Tirk têkildarî Sûriyeyê biryaran bide. Di biryara MGK’ya dewleta Tirk de xalên weke ‘’Dewleteke neteweyî ya yekgirtî, rêveberiyeke navendî, yekgirtiya siyasî ya Sûriyeyê û hwd.’’ bi awayekî eşkere hatin ragihandin. Halbûkî piraniya gelên Sûriyeyê daxwaza Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk dikin lê belê Tirkiye rejîmeke ji BAAS’ê xirabtir empozeyî Sûriyeyê dike.

GELO HTŞ ZÊDETIR NÊZÎKÎ GELÊN TIRKIYEYÊ YE?

HTŞ di lawaztirîn serdema xwe de jî qanûneke bingehîn ya demkî ya ji rejîma BAAS’ê xirabtir  îlan kir.  Di rewşên asayî de piştîşoreşan qanûnên bingehîn ên herî demokratî,k tên çêkirin, çimkî pergal hilweşiyaye, hemû hêzên muxalîf û kesên demokrasîxwaz rabûne ser xwe. Tu partî xwedî wê hêzê nîne ku bi tena serê xwe serweriyê bike. Daxwazên gel ên azadiyê tên bicihanîn û mafên wan ên demokratîk tên misogerkirin. HTŞ, serweriya civaka Sûriyeyê nake. Li sernaserê welêt rêxistina wê jî tune ye. Çavê hemûcî hanê lê ye. Di lîsteyên terorê de ye û ambargo li ser heye. Tevî van yekan jî qanûneke bingehîn ya zêde navendî û xwe dispêre olê îlan dike. Wê Sûriyeyê çar û pênc salan bi vê qanûna bingehîn bi rê ve bibe. Pir eşkere ye ku her bi hêz dibe û birêxistin dibe wê rejîmeke tundttir ava bike. Aha Tirkiye piştevaniya vê qanûna bingehîn, rejîm û hikûmetê dike. Dixwaze HTŞ û çeteyên wê Kurdan biçewisînin. Gelo ma HTŞ ji Kurdan û rêxistinên wan çêtir e? Zêdetirî nêzîkî gelên Tirkiyeyê ye? Djminahiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan çavên Tirkiyeyê tarî kirine.

TÊ FÊMKIRIN KU PIRSGIRÊK NE PKK YE

Hikûmeta AKP’ê li Îmraliyê nîqaşên weke bila PKK çekên xwe deyne û xwe fesx bike, dike. Rêber Apo ji bo bidawîbûna şer û pêkhatina aşitiya herêmê bang kir ku PKK xwe fesx bike. Gelo çima hê jî gef li rêxistineke ku xwe fesx bike tên xwarin? Hem jî ev yek bi hedefgirtina Kurdên li Sûriyeyê tê kirin.  Weke tê dîtîn pirsgirêk ne PKK ye. Di bin navê PKK’ê de îmhakirina gelê Kurd û bidestnexistina tu statuyan e.