Neteweya Demokratîk û Xweseriya Aboriyê

Çawa ku xweparastin nebe civak jî nabe, bêyî xweseriya aboriyê, bêyî ku xwe bispêre parastina xakê, daristan, ekolojî û komunê civak nikare bê xwedîkirin û hebûna wê bê parastin.

JI PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO

Amûrê modernîteya kapîtalîst ê desthilatdariyê dewleta netewe ye. Bi vî amûrî kara herî zêde bi dest dixe û pê li ser ekonomiyê serdestiya xwe pêk tîne. Ev amûr nebe nikare kara zêde bi dest bixe û nikare sermayeyê kom bike. Di dîroka şaristaniyê de li asteke herî jor talana ekonomîk û li ser bingehekî diyar ê rewa pêkhatina wê îfade dike. Eger têkiliya wê bi awayekî rast bi kara herî zêde û daneheva sermayeyê re rast neyê analîzkirin, danasîna rast a dewleta netewe nayê kirin. Mirov dewleta netewe bi tenê weke sîstemeke zor û desthilatdariyê nikare bide naskirin. Desthilatdariya dewletê kengî weke neteweya dewlet hat birêxistinkirin dibe modernîteya kapîtalîst, nexasim kara wê ya herî zêde û daneheva wê ya sermayeyê dikare pêk bê. Ev tê wê maneyê, di tevahiya dîrokê de li ser jiyana ekonomîk a civakê serdestiya dewleta netewe di warê desteserkirina nirx-mayeyê herî zêde de gihiştiye payeya herî li jor a dewletê û dewleteke bi vî rengî pêk hatiye. Bi milletperestî û welatperweriyê cîla dike, bi perwerdeyê dike mîna xweda û berdide nava mûrehkên civakê û bi vî awayî sîstema desteserkirinê ya li ser ekonomiyê rewa dike. Huqûq, polîtîka ekonomiyê, dîplomasî û têgîn, teorî û saziyên li qadên din têne pêkanîn hemû bi heman armanca rewakirinê radibin. Bi kara herî zêde re li ser qada ekonomiyê teroreke dijwar tê meşandin û ev dike ku civak li aliyekî bi nanozikê bixebite û mehkûmî karkeriya bi heqdestiyê bibe, li aliyê din jî beşekî mezin ê civakê dike artêşa bêkaran. Koletiya bi heqdestiyeke kêm û artêşa herî mezin a bêkaran, encamên xwezayî yên kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzmê ne. Ji bo ev hersê hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst pêk bên, divê azadiya civakê ya li ser jiyana ekonomîk ji holê rabe, mehkûmî koletiya bi heqdestê bibe û ne ev bi tenê, divê beşekî mezin ji civakê bibe artêşa bêkaran û koletiya jinê ya bêheqdest an jî bi kêm heqdestî pêk bê. Kapîtalîzm bi giştî zanistên civakî, bi taybetî jî zanista polîtîka ekonomiyê ji bo rastiyên em behsa wan dikin xuya nekin û wan berevajî bikin weke mîtolojiyan pêk tîne, lewma divê mirov ti carî ji wan bawer neke û rûyê wan ê rastî nas bike.

Li dinyayê belkî jî civaka Kurd û Kurdistanê yek ji mînakên sereke ye, sê hemanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst li ser jiyana wê ya ekonomîk heta bigihîje qirkirina çandî sîstemeke talanê ava kiriye, mêr û jinên wê kirine artêşeke mezin a bêkarên bi heqdesta herî kêm dixebitin. Dewletên netewe yên serwer bi şerê taybet ê yekalî qirkirina çandî ya sergirtî û domdar dimeşînin hewl didin Kurdistanê ji welatbûnê derxin. Ya rastî, dîroka dused salên dawî li ser vî bingehî dîroka ji welatbûnê derxistinê ye, û di nava têgîna dewletên netewe ya ‘tek welat’ de helandin e. Ji bo civaka Kurd ev dîrok tê wê maneyê, hatiye asîmîlekirin û bi tevkujiyan re rûbirû bûye, bêkar hatiye hiştin û bi heqdesta herî kêm hatiye xebitandin û ji ber vê jî azadiya wî ya li ser jiyana ekonomîk ji destê wî hatiye stendin û di encama vê de ji hev belav bûye, bûye mîna eşayayekî û ji xwebûnê derketiye. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de li ser civaka Kurd mêtingerî, asîmîlasyon, tevgerên fethê, tevgerên talan û dagirkeriyê hatin meşandin û kengî sê hêmanên sereke yên modernîteya kapîtalîst (talana kara herî zêde, zilma dewleta netewe, bi riya teknolojiya îndustriyalîzmê zirar û ziyan) li van zêde bûn, di encama qirkirina çandî de bû civakeke wisa ku tirsiya li xwe xwedî derkeve. Civakeke ku li ser ekonomiyê (ekonomiya di dîrokê de cara pêşî hatiye avakirin û mirovatî xwedî kiriye) serdestiya xwe û tercîha xwe ya azad ji dest daye, bi temamî ketiye kontrola cinawirê modern ê sêlingî yê hêmanên biyanî û hevkaran. Bi nanozikê dixebite (mîna masiyê ketibe derziyê) û ev jî nîşan dide ku civakeke ku bi armanca qirkirinê ve hatiye girêdan. Civakeke ku jinên wê yên ekonomî ava kirine bi temamî bêkar in, û xwediyê kedeke bêqîmet in. Civakeke ku mêrên wê ji bo qaşo malbatê li çar aliyê dinyayê belav bûne. Civakeke ku mirovên wê ji bo mirîşkekê û ji bo bihosteke erd hevdu dikujin. Eşkere ye ku ev civak ji civakbûnê derketiye, civakek e ku hatiye hilweşandin û ji hev de ketiye.

Dagirkeriya ekonomîk, dagirkeriya herî bi tehlûke ye. Dagirkeriya ekonomîk ji bo xistin, hilweşandin û jihevdexistina civakekê rêbaza herî hov e. Civaka Kurd ji statuyên dewletên netewe yên li ser wan zêdetir, bi sedema ku amûrên wan ên ekonomîk hatine desteserkirin û kontrolkirin, bêhnçikandî bûne. Piştî ku civakekê kontrola xwe ya li ser amûrên xwe yên hilberandin û bazara xwe ji dest da, mumkîn nîne ku jiyana xwe bi awayekî azad dewam bike. Kurdan ne bi tenê bi giranî kontrola xwe ya li ser amûrên hilberandin û têkiliyan ji dest da; kontrola li ser hilberandin, bikaranîna berheman û bazirganiyê jî ji destê wan hat derxistin. Ya rastî, li ser bingehê înkarkirina nasnameya xwe çiqasî bi dewletên netewe ve bêne girêdan ewqasî dikarin di bazirganî, pîşesazî û bikaranîna malê xwe de rol bigirin. Di warê esîrgirtina ekonomîk, înkarkirina nasname û bêparhiştina ji azadiyê de kirin amûrekî herî bi bandor. Nexasim kargehên yekalî yên li ser kanên petrolê û çeman hatin avakirin bi qasî hebûnên çandî erdên herî bi bereket jî tine kirin. Piştî mêtingeriya siyasî û çandî mêtingeriya ekonomîk a bêhtir xurtkirin bû derba kujer a dawiyê. Di encamê de nuqteya em gihiştinê dibêje, “Yan ji civakbûnê derkeve, yan jî bimre!”.

Sîstema ekonomiya neteweya demokratîk hem van pêkanînên hov radiwestîne, hem jî kontrola civakê ya li ser ekonomiyê ji nû ve pêk tîne. Di navbera dewleta netewe û neteweya demokratîk de bi kêmanî li ser xweseriya ekonomiyê lihevkirin çêdibe; lihevkirinek yan çareseriyeke di bin vê re wê bê maneya teslîmiyetê û maneya ‘tine bibe’. Mirov xweseriya ekonomiyê ber bi serxwebûnê ve bibe, ev tê wê maneyê ku ev ê jî bibe dewleteke din a netewe ku di encamê de ev teslîmbûna modernîteya kapîtalîst e. Destkişandina ji xweseriya ekonomîk jî teslîmbûna dewleta netewe ya serdest e. Di bingehê naveroka xweseriya ekonomîk de ne kapîtalîzma taybet, ne jî kapîtalîzma dewletê heye. Demokrasî wê xwe di ekonomiyê de nîşan bide, lewma ekonomiya komin û îndustriya ekolojîk esas dibîne. Lewma sînorê ji bo îndustrî, pêşdeçûn, teknolojî, kargeh û milkiyetê tê danîn, di çarçoveya sînorên civakbûna ekolojîk û demokratîk de ye. Di xweseriya ekonomîk de îndustrî, teknolojî, pêşdeçûn, milkiyet û cihûwarbûna bajar û gundan înkara civaka demokratîk û ekolojiyê bikin hingê cih ji wan re tineye. Mirov nikare ekonomiyê weke qadeke daneheva sermaye û karê li ser pêk bê, bihêle. Xweseriya ekonomîk modelek e ku daneheva sermaye û karê lê herî kêm dibe. Tevî ku bazar, bazirganî, cihêrengiya berheman, reqabet û berhemdariyê red nake, serweriya daneheva sermaye û karê qebûl nake. Sîstema malî û fînansê çiqasî ji berhemdarî û karmeşandinê re xizmetê bike wê ewqasî cih bibîne. Ji pereyan bidestxistina pereyan weke mêtinkariyeke herî hêsan qebûl dike û di sîstema xweseriya ekonomîk de ji tîpeke bi vî rengî ya mêtinkariyê re cih nîne. Xweseriya ekonomîk a neteweya demokratîk xebatê weke zehmetiyekê, weke suxreyekê nabîne, weke çalakiyeke azadbûnê dinirxîne. Pîvana wê ev e, ‘Xebat azadî ye.” Eger xebat weke zehmetî û suxreyê bê fêhmkirin, ev tê wê maneyê li hemberî kedê xerîbketin heye. Kengî encamên kedê ji azadiya ferd û nasnameya wî re xizmet kir, hingê xebat ê weke çalakiyeke bi bextewarî, bi riza dil û bi kêf û xweşî bê kirin.

Karûbarên ekonomîk ên cih nadin îstîsmarê, di serî de civaka neolîtîk li cem tevahiya civakan bi coşa cejnê hatiye pîrozkirin. Xweseriya ekonomîk a neteweya demokratîk sîstemek e ku bi wê ev coş careke din pêk tê. Bendavên li ser çemên Kurdistanê hatine avakirin rê li ber tevkujiyeke tam a dîrokê û felaketa ekolojîk vekirine. Xweseriya ekonomîk destûrê nade ti bendava ekolojiyê, erdên bi bereket û dîrokê li ber çav nagire û heta destûrê nade ku li şûna yên temenê xwe temam kirine yên nû bêne avakirin. Eger mumkîn be, di tesfiyekirina wan de texsîr nake. Bi ruhekî tam ê seferberiyê li dijî erozyon û bêdaristanîbûnê ku dijminê mezin ê civak û zindiyan in, radiweste. Parastina axê û bi daristankirina dewrûberê weke cureyekî herî pîroz ê kedê îlan dike û xebatên di van herdu qadan de têrê dike ku bêkarmayîna sedsalan ji holê rake. Çawa ku di dewleta netewe de ji bo daneheva sermaye û karê qada herî pîroz a xebatê qada kara herî zêde ye, li cem neteweya demokratîk jî xebatên ji bo daristanan, erd û zeviyan qadên herî pîroz in ku xebatên di vî warî de tevahiya dîrokê civak li ser piyan girtine. Bêyî kapîtalîzm û îndustriyalîzmê civak dikarin jiyana xwe dewam bikin; lê erd û daristan nebin jiyana civakî nikare dewam bike. Kapîtalîzmê civak ji erd, gund û daristanan qut kir û di bingehê bêkariyê de ev heye. Hêza kar a erzan û kewara bêkaran ji bo kara herî zêde ya kapîtalîzmê her hewce bûn û lewma diyardeyên wisa ne ku bi zanebûn û bi darê zorê hatine çêkirin. Careke din vegera li erd û zeviyan, li daristanan,
bi kurtî vegera li jiyana ekolojîk wê bi tenê bêkariyê ji holê raneke; di heman demê de wê civakê ji kanserojeniya bajaran jî rizgar bike. Bi vî awayî wê bajêr jî rizgar bike. Bajarê weke gir û girêkekê mezin dibe nexweşiyeke kansêrê ye. Jixwe kansêrên ferdî jî weke gelek nexweşiyên din berhemên jiyana bajêr in. Ango vegera li erd û axê, li xebatên ji bo daristanan, cotkarî û xwarinên ekolojîk ne bi tenê ji bo bêkariyê çare ne; panjehra tevahiya nexweşiyên modernîteyê û bajêr in.

Divê mirov ekonomiya komin a xweseriya ekonomîk bi kapîtalîzma dewletê û ekonomiya wê re tevlîhev neke. Naşibe hewldanên kolektîfkirinê yên sosyalîzma pêkhatî jî. Em behsa yekeyên ekonomîk dikin ku herî zêde bi xwezaya mirov û hawîrdorê re li hev in. Di kominê de ji suxre, hewldan û keda nabe azadiyê re cih nîne. Em behsa model û çavkaniya jiyana bingehîn dikin ku civakan tevahiya dîrokê pê xwe heyî kirine, pîroz hesibandine û bi coş pêşwazî kirine. Li ku coş, bereket û xêrûbêr hebe, li wir ekonomiya komin heye.

KCK weke darê piştê yê neteweya demokratîk xweseriya ekonomîk û ekonomiya komin bi kêmanî bi qasî xweparastina civakê hewce û esas dibîne. Çawa ku bêyî xweparastinê civak nikare hebûna xwe dewam bike, bêyî xweseriya ekonomîk, parastina erd û axê, bêyî daristan, ekolojî û kominê, civak nikare xwe xwedî bike ango nikare hebûna xwe dewam bike.

Ji bo xweseriya ekonomîk bingehekî qanûnî jî hewce dike. Di qanûna dewleta netewe ya serwer de navendîgirî û yeknesakî di bin navê yekîtiya huqûqê de li pêşiya afirîneriya ekonomîk, ekolojî û reqabetê dibe payebend û asteng. Li şûna vê têgihiştina huqûqê ya xwe disipêre mêtingeriya ekonomîk bi awayekî dijwar hewcedarî bi karmeşandin û ekonomiya xwecihî ya koordînasyona ekonomiya neteweyî li ber çavan digire heye. Huqûqeke ekonomîk a diyardeya bazara neteweyî înkar nake, lê dînamîkên bazara xwecihî li ber çavan digire elzem e. Sîstema huqûqê ya xwe disipêre tek navendê hêmana herî mezin a muhafezekariyê ye. Bi temamî rastiyeke siyasî ye, û mentiqê wê yê ekonomîk tineye.

Di şax û aliyê ekonomîk ê çareseriya neteweya demokratîk a pirsgirêka neteweyî ya Kurd de divê xweseriya ekonomîk statuyeke xwe ya qanûnî hebe. Eşkere ye ku KCK binesaziya xwe ya ekonomîk nebe wê nikaribe dewam bike. Huqûqa xwecihî çiqasî li ser qadên ekonomîk ên azadî û hebûna pirsgirêka Kurd ji nêz ve eleqedar dikin xwedî hukim be, ewqasî xwedî girîngiyeke heyatî ye. Di tenzîmkirina milkiyetê, mezinbûna şîrketan, bikaranîna çeman, bikaranîna dewlemendiyên binerd û sererd, saziyên bazaran, sîstema bankeyan, avahiya butçeyên rêveberiyên demokratîk ên xwecihî, sîstema bacê û mijarên bi vî rengî de qanûnên ekonomîk ên xwecihî esas in. Mirov dikare di navbera qanûnên ekonomiya neteweyî û xwecihî de ahengekê pêk bîne.

Rêveberiya ekonomîk a KCK’ê gelekî girîng e. Civakek e ku bingehê wê yê ekonomîk têkçûye qabîliyeta wê ya jiyanê namîne. Em di serdemeke wisa de ne ku di vê serdema me de serxwebûna tam a ekonomîk utopyayeke ekonomîk e ku ti carî pêk nayê, lê li ser bingehê bi kêrhatina beramber pêkan e ku ekonomiyeke xweseriya wê berfireh pêk bê. Derketiye holê ku di serdema fînansa global de modernîteya kapîtalîst gelekî bêkêr e, ji bo mirovatiyê tehlûke ye, û nikare dewam bike. Li hemberî vê, modernîteya demokratîk a xwe disipêre yekeyên neteweya demokratîk divê weke sîstema alternatîf a rizgarbûna ji krîzên ekonomîk, bêkariyê û birçîbûnê bê fêhmkirin.

(Ji parêznameya Rêber Apo ya bi navê 'PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de' hatiye wergirtin.)