Belarûs, 32 şervanên Rûs hatin destgîrkirin
Li gorî medyaya dewletê Belarûsê, 32 şervanên Rûs ên girêdayî koma Wagner a leşkerên taybet ên Rûs hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku armanca wan bêîstîkrarkirina welat e.
Li gorî medyaya dewletê Belarûsê, 32 şervanên Rûs ên girêdayî koma Wagner a leşkerên taybet ên Rûs hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku armanca wan bêîstîkrarkirina welat e.
K,anala televîzyonê Belarûs û ajansa nûçeyan Belta diyar kirin ku destgîrkirin bi biryara rayedaran hatiye kirin.
Li gorî nûçeyan 32 leşkerên bi pere yên Rûsan hatine destgîrkirin. Diyar kirin ku di derbarê hatina 200 şervanan a ji berî hilbijartina serokatiyê ya 9’ê Tebaxê de agahî standine.
Li gorî medyaya Belarûsê ev leşker ji bo di pêvajoya kampanyayên hilbijartinê de bê îstikrariyê pêşbixin ketine welat.