Bê edaletiya civakî ya li Tûnisê piştî şoreşê zêdetir bû

Li Tûnisê, çalakiyên li dijî bê edaletiya civakî û aborî ev çar roj in dewam dikin. Bi tundî dest li raperîna gel tê werdan. Raperîn encama giranbûna pirsgirêkan e, ku li şûna 7 salên piştî şoreşê bihata çareserkirin girantir bûne.

Ji salvegera 14'ê Çileya 2011'an dema xistina ji desthilatdariyê ya Zeynel Abîdîn Bîn Alî re kêm maye. Di ser çûyîna Bîn Alî re 7 sla der basbûn, lê pirsgirêkên aboriyê girantir bûn.

Hikumetê di budçeya sala 2018'an de zem li baca sotemenî, wesayit, xizmetên telefonê û înternetê kir. Çalakiyên ku ji bo şermezarkirina vê zemê roja Duşemê dest pê kirin, di roja çaran de ye.

JI ROJA DUŞEMÊ Û VIR VE HERÎ KÊM 600 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li gelek bajarên Tûnisê ciwan bi giranî êvarê û bi şev çalakiyan dikin. Polîs jî bi tundî dest li wan werdidin. Li gorî Wezareta Karên Hundir heta êvara Pêncşemê zêdeyî 600 kes hatine binçavkirin.

Di çarçoveya çalakiyan de duh gelek kesan li bajarê Sîdî Bûzîdê xwepêşandanek li dar xistin ku raperîna dawiya sala 2010'an li vî bajarî dest pê kiribû. Wekî din li paytext Tûnisê, bajarên Tebûrba, Kaserîn, Jelma, Gafsa, Cebayda û Sîlîanayê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin.

Wekî din, di çarçoveya kampanya bi navê "Feş Nestannev (Em hê li benda çi ne)" li paytext Tûnisê gelek aktîvîst li hev civiyan û bang kirin ku kesên di çalakiyan de hatine binçavkirin werin berdan. Endamên tevgerê her wiha bang kirin ji bo roja Înê çalakî were lidarxistin.

GEL SERÎ LI BER ZEMÊN DAWÎ RAKIR

Li Tûnisê, di çarçoveya budçeya sala 2018'an de zem li gelek madeyên ji pêdiviya bingehîn hate kirin û polîtîkaya teserûfê kete meriyetê. Di çarçoveya qanûnê de zem li gelek berheman hate kirin. Buha û baca sotemenî, wesayit, xizmetên telefonê û înternetê hatin zêdekirin.

Ev zemên ku rê li ber serhildana gel vekirin, tenê dilopa dawî ye ku sebra gel ji ber bê edaletiya civakî û aborî fûrandiye.

7 SALÊN PIŞTÎ ŞOREŞÊ PIRSGIRÊK GIRANTIR BÛN

Li bajarê Sîdî Bûzîdê, ciwanê bi navê Mûhammed Bûazîzî yê 19 salî ji ber ku ereboka wî ya firoşkariyê hate desteserkirin, 17'ê Kanûna 2014'an xwe şewitandibû. Xwepêşandanên protestoyî yên bi vê yekê re dest pê kirin li gelemperiya welêt belav bûbûn û Serokkomar Zeynel Abîdîn Bîn Alî neçar mabû ku roja 14'ê Çileya 2011'an dest ji desthilatdariyê berde. Mûhammed Bûazîzî jî 4'ê Çileya 2011'an jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî ku Zeynel Abîdîn Bîn Alî dest ji rêveberiyê berda, destpêkê Îslamiyên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dikir, piştre jî tifaqa laîk-demokratan hikumet ava kirin. Van hikumetan pirsgirêkên gel çareser nekirin. Piştî ku namzetê partiya Îslamî ya bi navê Ennahda winda kir, El Bacî Kaîd Es Sîbsî yê 91 sal hat ser desthilatdariyê. Hikumeta ku ev 3 sal in di navbera Nîda Tûnis a laîk û Ennahda de hatiye avakirin, xwe nade ber çareserkirina pirsgirêkên gel.

ZÊDEBÛNA HATINEYA MILÎ JI YA BERÎ SALA 2010'AN GELEKÎ KÊMTIR E

Bajarên Cerba, Hamamet û Sûsayê ku piraniya hatineya tûrîzmê ya welêt li van bajaran e, bi taybetî ji ber êrîşên rêxistinên çete yên Îslamî yên tund ên salên dawî, nema tûrîstan dibînin. Tûrîzm berdêla komkujiya li oteleke li Sûsayê û êrîşa li plaja Port El Kantawî dide.

Tûrîzma ku qels bûye, 7 ji sedî para aboriya Tûnisê bû. Li gel vê yekê, di hilberîna fosfatê de jî kêmasî hene. Sektorên weke tekstîlê jî di asteke bilind de ketine bin bandora krîzê. Sala 2010'an hatineya milî 57 milyar dînar (40 milyar dolar) bû. Û zêdebûna hatineyê di rêjeya 9 ji sedî de bû. Salên dawî ev zêdebûn daketiye 2-3 ji sedî. Ev rewş jî bû sedem ku deynên welêt zêdeyî du ji sê parên hatineya welêt bin.

Mezinbûna aboriyê par 2,2 ji sedî bû û tê payin ku îsal herî zêde 3 ji sedî be.

HER YEK JI SÊ CIWANÊN PERWERDE DÎTÎ, BÊ KAR E

Li Tûnisê ku nifûsa xwe 11 milyon e, her yek ji 7 kesên di emrê karkirinê de ne, bê kar in. Ev rêje li nava ciwanan yek ji sê paran e. Bi taybetî li nava ciwanên ku perwerdeya bilind dîtine, rêjeya bêkariyê zêde ye.