BBC: Wê Brîtanya jî tevlî mudaxeleya li Sûriyeyê bibe

Kanala BBC’yê îddîa kir heke li dijî Sûriyeyê mudaxeleyek pêk were wê Keyîtiya Yekgirtî jî tevlî mudaxeleyê bibe.

Li gorî nûçeya xwe çavkanî nehate nîşandan, piştî îddîaya Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye, wê Keyîtiya Yekgirtî jî piştgiriyê bide mudaxeleya li ser Sûriyeyê.

Di nûçeya BBC’ê de hate diyarkirin heke mudaxeleyek pêk were ew ê Serokwezîr Theresa May pêdiviyê pê nebîne ku ji parlementoyê destûrê bistîne.

Partiya Karkeran (Laboûr) îro diyar kiribû ji bo mudaxeleyeke ku pêk were, divê ji parlementoyê destûr were wergirtin.

Îro Serokê DYA’yê Donald Trûmp hişyarî dabû, dibe ku li dijî Sûriyeyê mudaleyeke were kirin.