Baweriya Fransayiyan bi Hollande û Macron zêde dibe

Li gorî anketa Harrîs Înteractîve, di nava gel de qîmeta Françoîs Hollande ku biryar da tevlî hilbijartinên Serokkomariyê nebe zêde bûye. Her wiha desteka ji bo wezîrê berê yê aboriyê Emmanûel Macron zêde dibe.

Li gorî anketê, siyasetmedarê ku Fransayî herî zêde jê bawer in, wezîrê berê yê aboriyê û namzetê serokkomariyê Emmanûel Macron e.

Baweriya bi serokwezîrê berê û Şaredarê Bordeaûxê Alaîn Jûppê ku di pêşhilbijartina li nava partiyên rastgir de winda kir, bi 6 pûanan kêm bû û daket ji sedî 37'an. Baweriya bi Françoîs Fîllon ê li pêşberî Jûppê di pêşhilbiartinê de bi serket û namzetê rastgiran ê ji bo serokkomariyê ye, ji sedî 31 e.

Li aliyê din baweriya bi Françoîs Hollande ku ragihand ew ê nebe namzet, bi 3 pûanan zêde bû. Ji sedî 25 ê Fransayiyan ji Hollande bawer dikin. Desteka ji bo yek ji kesayetê girîng ê Partiya Çep (PG) Jean-Lûc Mêlechon jî bi pûanekê zêde bû û gihîşt ji sedî 26'an.

Baweriya bi lîdera rastgir a tund Marîne Le Pen jî bi 2 pûnan kêm bû û daket ji sedî 22'an.

Di hilbijartinên serokkomariyê yên meha Nîsanê de tevî Jean-Lûc Mêlenchon, namzetiya Emmanûel Macron, Serokwezîrê berê yê rastgi Françoîs Fîllon û Le Pen a ji rastigiriya tund, zelal e.

Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê (PS) û gelek partiyên din ên çep, ji bo diyarkirina namzeta/ê xwe wê di meha Çileyê de hilbijartina ji du tûran pêk bînin.