'Baregeha nû ya DAÎŞ'ê bû Efrîka'

Nûçegihan Wasim Nasr, bidestxistina bajarekî Mozambîkê ya bi destê çeteyên DAÎŞ'ê ve nirxand û got parzemîna Efrîkayê bû baregeha nû ya çeteyan.

Hatibû îdîakirin rêxstina bi navê El Şebab ku tê zanîn rajêrî DAÎŞ'ê bûye, li başûrê Efrîkayê Mozambîkê, li bajarê Palma ya li qiraxa Okyanosa Hîndê kontrol bi dest xistiye. Palma, ya ku bûyî mijara îdîaya ku çeteyan ragihandî, li vê herêmê di serî de Total gelek şîrketên mezin gaza sirûştî hildiberînin.

Tê gotin çeteyên DAÎŞ'ê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbeke giran li wan dayî û piştre li Sûriyê hatin rûxandin, li Iraqê jî bi giştî bêkêr bûne li hin welatên Efrîkayê bi rêya 'rêxistinên rajêr bûyî' ev parzemîn ji xwe re weke 'baregeha navendî' ya nû hilbijartine.

Wasim Nasr, nivîskarê pirtûka têkilî çeteyên DAÎŞ' ya bi navê ''Dewlet Îslamê, Bû  û Qediya'' ku li rojnameya Le Pontê ya  Fransî re axivî, destnîşna kir, rêxistina ku li Mozambîkê li herêmeke ku kanên gaza sirûştî lê ne xurt bûye, îşareta vê yekê ye. Nasr got li Efrîkayê hin komên çekdar ên radîkal ên Îslamî her çendî têkiliyeke fizîkî nebe jî bi rêya 'rajêrbûnê' têkiliya xwe bi DAÎŞ'ê heye, li Efrîkaya Naverastê û Rojava gelek komên çete ji DAÎŞ'ê perwerdeya leşkerî dîtine.

Nasr got di mînaka Mozambîkê de çeteyên têkilî DAÎŞ'ê zehmet e deverên ku dagir kirine di dest xwe de bihêlin û wê ne rast be ku bidin ber dagirkirina li Iraq û Sûriyê ku bi salan dom kirî. Nasr diyar kir li van welatan DAÎŞ dikare memûrên dewletê jî bide xebitandin lê li deverên weke Mozambîkê ku bi xilbeyî Xiristiyan in wê ne hêsan be ku deverên dagir kirine bi rê ve bibe.

Nasr bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ'ê di serî de li Sûriyê û Iraqê di serî de li bara Kurdan li bara partnerên wan koalîsyona navnetewî têk çûne, parzemîna Efrîkayê bûye 'baregeha nû ya navendî'. Li gorî Nasr li herêmên nêzî Çola Çadê ya Nîjaryayê, ên ku ji nav Boko Haram rajêrî DAÎŞ'ê bûne, hatine asta DAÎŞ'ê ya 2013-2014'an a li Sûriyê. Nasr bal kişande ser aliyên çeteyan ên li Mozambîk, Kongo, Tanzanya û Misrê û çalakiyat aliyên wan ên li Efrîkaya Naverastê û Rojava destnîşan kir.