Bang li milyarek mirovî hate kirin ku ji malên xwe dernekevin

Ji ber vîrûsa korona ya nû bang li milyarek mirovî hate kirin ku li mala xwe bimînin.

Li dijî pandemiyê li her welatekî tevdîr hatin wergirtin. Li gorî daneyên AFP'ê, banga 'li mala xwe bimînin' li dinyayê belav dibe. Tê gotin ku bang li nêzî milyarek mirovî hatiye kirin ku li malên xwe bimînin.

Ev pêkanîn bi giranî weke tevdîreke ji neçarî hate ferzkirin. Li hin deveran jî derketina deve hate qedexekirin. Li hin welatan jî karantîna heye. Her wiha bangên 'li malên xwe bimînin' hene ku nemecbûrî ne.

30 ji sedî yê nifûsa DYE'yê bi astên cuda li malê dimînin. Li Qraliyeta Yekbûyî ji mirovên hesas hat xwestin ku sê mehan li malê bimînin.

Yewnanistanê ji roja Duşemê û pê ve derketina derve qedexe kir. Beriya niha li Îtalya, Spanya, Fransa, Awûstûrya, Belçîka û Luksembûrgê heman biryar hatibûn wergirtin.

Îtalya ya ku di karantînayê de qedexe girantir kir û biryar hate wergirtin ku qadên şênkahî hemû bên girtin û hilberîna li derveyî yên mecbûrî bê rawestandin.

Elmanyayê jî biryar wergirt ku qedexe ye zêdeyî du kes li hev kom bibe. Serokwezîr Angela Merkel bi gumana vîrûsê di karantînayê de ye. Bi doktorekî ku Merkel roja Înê ew dît vîrûsa korona hate tespîtkirin.

Li Latîn Amerîkayê piştî Venezûela, Arjantîn û Salvadorê Bolîvyayê jî xwe xist nava tecrîda ji neçarî. Ji roja Sêşemê û pê ve wê li Kolombiyayê derketina derve qedexe be.

Li eyaleta Sao Paûlo ya Brezîlyayê ji roja Sêşemê û pê ve ji bo 15 rojan wê karantîna hebe. Li Şîlî jî ji roja Yekşemê û pê ve wê bi şev derketina derve qedexe be.

Li Efrîkayê jî biryara xwe tecrîdkirinê li Tûnis û Rûandayê hate wergirtin.

Heta roja Yekşemê li tevahiya cîhanê 324 hezar kes bi vîrûsa Covîd-19 ketin û li 171 welat û herêman 14 hezar û 396 kes ji ber vîrûsê mirin. Li Îtalyayê 5 hezar û 476 kes mirin û bû welatê herî zêde qurbaniyên xwe ji ber vîrûsê çêbû. Li Çînê 81 hezar û 54 kes bi vîrûsê ketin, 3 hezar û 261 kes mirin, 72 hezar û 244 kes jî tenduristiya wan baş bû.

Welatên ku herî zêde ketin bin bandora vîrûsê: Li Spanyayê 28 hezar û 572 kes bi vîrûsê ketin, 1720 kes mirin. Li Îranê 21 hezar û 638 kes bi vîrûsê ketin û 1.685 kes mirin. Li Fransayê 16 hezar û 18 kes bi vîrûsê ketin û 674 kes mirin. Li DYE'yê 31 hezar û 57 kes bi vîrûsê ketin û 390 kes mirin.