Balefirên ku têkevin qada hewayî ya Sûriyeyê wê rejîm lê bide!

Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku wê bi pergalên parastina hewayî bersivê balefirên ku qada wê ya hewayî bin pê dike.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANA’yê “Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdarê diyar dike ku binpêkirinên li ser qada hewayî ya Sûriyeyê wê wekî êrîşeke leşkerî were nirxandin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Wê destûr neyê dayîn ku balefir li qada me ya hewayî bifirin. Wê ev tişt wekî hedefeke dijmin were nirxandin û dema ku têkeve qada me ya hewayî em ê lê bidin.”

Piştî aloziya li ser Îdlîbê ya di navbera rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê de, ev daxuyanî hate dayin.