Balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birin ser Şerîda Gazzeyê
Diyar bû ku Îsraîlê êrîşa hewayî bi ser Şerîda Gazzeyê de aniye. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye.
Diyar bû ku Îsraîlê êrîşa hewayî bi ser Şerîda Gazzeyê de aniye. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye.
Diyar bû ku Îsraîlê bi balafirên şer êrîş biriye ser Şerîda Gazzeyê.
Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Han Yunusê yê başûrê herêma Gazzeyê, cihekî komên berxwedanê bombe kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê ya li Gazzeyê derbarê mijarê got di êrîşê de ti kesek nehatiye kuştin.