Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li Sûriyeyê barandin

Artêşa Sûriyeyê ragihand, êrîşeke balafirên şer ên Îsraîlê ya li nêzî Helebê hatiye têkirin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên şer ên Îsraîlê li cebilxaneyên hêzên Îranê û komên din ên hevalbendên rejîma Sûriyeyê xistin.

Li gorî saziya çavdêriyê, ji ber êrîşa balafiran 7 kesên li ber depoyê bûn hatine kuştin. Hate ragihandin, kesên hatine kuştin ne Sûriyeyî ne ne jî Îranî ne.

Saziya çavdêriyê ragihand, ji ber êrîşa balafirên şer pênc kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sanayê jî ragihand ku li gorî agahiyên ji çavkaniyekî leşkerî wergirtiye, hêzên parastina hewayî êrîşa Îsraîlê ya li dijî tesîsên li qada pîşesazî ya Şeyh Nacar a li bakur rojhilatê Helebê têk birine.

Şêniyên Helebê ji AFP'ê re axivîn û diyar kirin, ji ber bomberdûmanê elektrîka li bajêr qut bûye.

Li gorî AFP'ê, berdevkekî leşkerî yê Îsraîlî gotiye, "Em agahiyên di medya biyanî de cih digirin şîrove nakin" û daxuyanî nedaye.

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trump serdestiya Îsraîlê ya li herêma Golanê nas kir, cara yekê ye ku Îsraîl êrîşê pêk tîne.

Îsraîlê beşek ji herêma Golanê sala 1967'an dagir kir û sala 1981'ê jî bi xaka xwe ve girê da. Lê belê civaka navneteweyî vê dagirkeriyê û girêdana bi xaka xwe ve îllegal dibîne.