Balafirên Îsraîlê bombe li avahiya El Aksa TV’yê barandin

Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li avahiya televîzyona El Aksa ya girêdayî Hemas a li Xezeyê barandin.

Li gorî agahiyên hatin girtin di bomberdûmanê de tu kese nemirine.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê beriya ku avahiyê bombe bike, ji bo sivîl ji avahiyê derbikevin teqemeniyên tehsîra wê kêm avêtine.

Hêzên girêdayî Hemasê li derdorî avahiyê xeteke ya ewlekariyê çêkirine.

Piştî bomberdûmanê weşana televîzyonê hate rawestandin. Li gorî daxuyaniya El Aksa yê ya li ser hesabê Twîtterê kirî, diyar kir ku wê weşan destpê bike, lê dîrok neda.

Artêşa Îsraîlê, bombeyên ku şeva Yekşemê ji axa Filistînê hatî avêtin kire hincet.

Artêşa Îsraîlê, diyar kir ku El Aksa weke milk û amûrekê ye, ji bo wê êrîş bikar aniye.