Balafirên şer ên Israîlê Duşemê li nêzî Lazkiye hin dever bombe kirin. Vê navbeynê balafireke keşfê ya Rûs dema ku li ser behra Spî bû, bû hedef û kete xwar. 15 leşkerên Rûs hatin kuştin.
Piştî demeke kurt derkete holê ku balafir ji hêla pergalên berevaniya hewayî ya Sûriyê ve, ku dixwest moşekên Israîlê asteng bike, bi 'qeza'yê hatiye xwarê. Ev bûyer di navbeyna Israîl û Rûsyayê de bû sedema rageşiyê, di navbeyna rejîma Şamê û tifaqa Rûsyayê de bû buyera herî girîng.
ESAD ISRAÎL SÛCDAR KIR
Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esad Çarşemê ji xistina balafirê Israîl berpirs dît. Esad nameya sersaxiyê da Serokdewletê Rûs Vladîmîr Putîn û got, ''Ev bûyera bêqidoş encama quretî û bêexlaqhiya Israîlê ye.''
Esad di nameyê de ku di ajansa nûçeyan Sanayê de weşiya got, ''Em bawer dikin ev bûyera nexweş ne me û ne jî we ji têkoşîna dijî terorîzmê dûr naxe''.
ŞANDEYA ISRAÎLÊ LI SER RÊYA MOSKOWÊ YE
Israîl ku ji bûyerê rejîma Sûriyê û Îran berpirs dîtî ji bo rageşiya bi Rûsyayê re kêm bike, şandeyek amade kir ku biçe Moskowê. Fermandarê Hêzên Hewayî ên Israîlê General Amîkan Norkîn got ev şande şeva ku Sêşemê wê raporeke berfireh a li ser vê bûyerê bide.
PUTÎN NERM KIR: ŞERTÊN LI HEVHATÎ YÊN TRAJÎK
Rayedarên Rûsya di daxuyaniya pêşî de gotin balafirên şer ên Rûs gotin balafirên şer ên Israîlê ketine bara balafira keşfê ya Rûs de û ji ketina balafirê Israîl berpirs dîtin. Vladîmîr Putîn piştre daxuyanî da û got ,'Xeleke şertên li hev hatî yên trajîk'.
Putîn bi Serokwezîrê Israîlê Benjamîn Netanyahûr bi telefonê axivî û got ev operasyonên ku ji hêla hêzên hewayî yên Israîlê ve têne kirin serweriya Sûriyê binpê dikin.
Netanyahû ji ber mirina 15 leşkerên Rûs got ew xemgîn in lê diyar kir ew ê tim amade bin ku li Sûriyê li dijî Îranê tev bigerin. Van demên dawî Israîlê Israîlê êrîşên xwe yên li ser rejîma Sûriyê û hevalbendê wê Îranê zêde kiriye.
LI GORÎ ISRAÎLÊ BALAFIRA RÛS NE LI HERÊMA OPERASYONÊ BÛ
Israîl Îranê tawanbar dike ku Sûriyê li dijî wan dike lewye. Li gorî medyaya Israîlê şandeya ku wê biçe Moskowê her wiha wê agahiyan bide ku Îran ji bo Hîzbûllahê çekên stratejîk hê jî dişîne.
Israîlê ew îdîaya ku balafirên Israîlê ketine bara balafira keşfê ya Rûs li derewê qeliband û got balafira Rûs ne li herêma operasyonê bûye. Li gorî Tel-Avîvê piştî ku balafirên Israîlê vegeriyan ser baregehên xwe balafira Rûs hatiye xwarê.
Piştî van hevtawanbarkirinan û daxuyaniyan gelek pirs hene ku li benda bersivê ne. Hê jî rewşeke tevlîhev e bê ka balafir çawa û bi kîjan şertan ketiye. Balafira Rûs li kû bû, bi 'qeza'ye balafir anîn xwarê, di vê rewşê de Îranê çi dikir?