Bahoza Mangkhûtê piştî Fîlîpînê li Çînê jî da

Bahoza Mangkhûtê piştî ku li Fîlîpînê bû sedema mirina 59 kesan vê carê jî li Çînê da. Hate diyarkirin ku li Çînê jî gelek kesan ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dane.

Bahoz roja Yekşemê xwe gihand bajarê Jîangmen ê li başûrê rojhilatê Çînê. Rayedaran diyar kirin ku 2,37 kes hatine tehliyekirin û bang li keştiyên masîvanan hate kirin ku bila vegerin peravê.

Li gorî kanala televîzyonê ya fermî CCTV’yê ji ber bahozê du kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Hong Kongê jî ji ber bahozê 213 kes birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku li Hong Kongê bahozê dar ji kokê rakirine.

Mangkhût ji serê salê û vir ve wekî bahozeke xedar tê pênasekirin û li girava Lûçonê ya Fîlîpînê jî rê li ber xisareke mezin vekir. Polîsên Fîlîpînê roja Yekşemê daxuyanî dan û diyarkirin ku ji ber bahozê 59 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber hezazê 20 karkerên kanê jî di bin axê de man. Tê diyarkirin ku van karkeran jî jiyana xwe ji dest dane.