Bahoza Irmayê Antîler rûxand
Bahoza Irmayê gelekî bi şid e. Ev bahoz di asta kategoriya 5’an a herî bilind de ye.
Bahoza Irmayê gelekî bi şid e. Ev bahoz di asta kategoriya 5’an a herî bilind de ye.
Aliyê Fransayê yê girava Saînt-Martînê ji sedî 95’an rûxiya. Li vê derê bi kêmanî 8 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.
Beriya vêya Girava Barbûdayê jî rûxiya, bi kêmanî kesek mir.
Serokwezîrê Antîgûa û Barbûdayê Gaston Brown got ku, nifûsa girava Barbûdayê 1600 e û girav hemû rûxiyaye.
Bahoz ber bi Porto Rîcoyê didome. Bahoz beriya ku bigihêje Porto Rîcoyê elektrîka 3 milyon kesan hate qutkirin.
Bahoz ji Porto Rîcoyê berê xwe dide Kuba û Florîdayê.
Bahoza Irmayê ji niha ve bahozeke dîrokî tê pênasekirin. Ev bahoz ji ya Harveyê xurttir e. Di bahoza Harveyê de bi kêmanî 42 kes miribûn.