Bahoza herî giran a dîroka Ewropayê

Li Polonyayê, ku dawiya hefteyê bahozeke gelekî dijwar rabû, li daristanên vî welatî rê li ber karesata herî mezin a dîroka Ewropayê vekir.

Ji rayedarên Wezareta Daristanê Konrad Tomaszewskî têkildarî bahoza dijwar de daxuyanî da û anî ziman, bi deh hezaran dar ji ber bahozê ji kokê ve rabûn.

Tomaszewskî diyar kir, ku li gorî texmîna wan, darên ji ber bahozê ji şûna xwe rabûne bi qasî 8,3 mîlyon metrekup e û got, ev rewş yek ji çar parên daristanên li welêt di nava salekê de tê birîn e.

Tomaszewskî anî ziman, rakirina darên ji kokê ve rabûne û çandina daran li şûna wan wê zêdeyî du salan bidome.

Konrad Tomaszewskî destnîşan kir, ku ev karesat di dîroka Polonyayê û ya tevahiya Ewropayê de karesata herî mezin a li daristanê ye.

Tê texmînkirin, ji nû ve çêbûna zindiyên ji ber karesatê li daristanê tine bûn, wê 80 heta 100 salan dewam bike.