Bahoza Ûsman a li Fîlîpînê: Hejmara miriyan bû 122

Li Fîlîpînê, bahoza Ûsmanê ku roja Şemiyê rabû hîn bi bandor e. Hejmara kesên ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dan bû 122. 30 kes jî winda ne.

Tîmên alîkariya lezgîn piştî çend rojan xwe gihandin hin herêman. Bahoz ji rojhilatê welêt derbasî rojava bû û çi derket pêşiyê da ber xwe.

Ji ber barana dijwar ku bahoza Ûsmanê rê li ber vekir, erd li gelek cihan şemitî, lewma gelek kes mirin.

Ji ber lehiyê jî bi hezaran kes neçar man malên xwe biterikînin. Tîmên alîkariya lezgîn ji bo karibin xwe bigihînin mirovên asê mane, neçar man bi botan tevbigerin.

Li gorî rayedarên Fîlîpînê, bahoza Ûsmanê û felaketa piştî wê rû da bandor li 191 hezar 500 kesî kiriye.

Bahozê herî zêde bandor li herêma Bîcolê kir. Li wîlayetên Albay, Sorsogon û Mîndoro ya rojhilat jî rewşa lezgîn hate ragihandin.