Bahoza Îrma gefê li 37 mîlyon kesî dixwe
Bahoza Îrmayê, ku bandora wê ya li Karabîkê zêde dibe, zerareke mezin dide herêmê.
Bahoza Îrmayê, ku bandora wê ya li Karabîkê zêde dibe, zerareke mezin dide herêmê.
Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, bahoza ku gihîştiye giravên li bakurê Karabîkê, gefê li 37 mîlyon kesî dixwe.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tîmeke alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî çûye girava Barbadosê û xebatkarên alîkariyê yên li Haîtî jî ji bo ber bi herêmê ve biçin hatine amadekirin.
Tê gotin, heta niha li giravê Saînt Martîn û Saînt-Barthelemey ên ser bi Fransayê 2 kes mirine. Tê texmînkirin, xisara ku bahoza Îrmayê rê li ber vekiriye gelekî zêde ye.
Bahoza Îrmayê ji aliyê Daîreya Hewayî ya Neteweyî ya DYA ve li kategoriya pêncan, yanî li kategoriya herî bilind hatiye bicihkirin. Leza bahoza Îrmayê digihêje asta; saetê 295 kîlometre.
Bahoza Îrmayê ku herî dawî gihîşt başûrê rojhilat ê Karabîkê, tê payin ku di demeke kin de biihêje Pûerto Rîco, Komara Domînîk û Haîtî.