Bachelet: Pandemî ne ‘qerta vekirî’ ya binpêkirina mafane
Nunera Giştî ya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet bertek nîşan da ku tedbîrên li dijî koronavîrûsê ne ‘qerta vekirî’ ya binpêkirina mafê mirovan e.
Nunera Giştî ya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet bertek nîşan da ku tedbîrên li dijî koronavîrûsê ne ‘qerta vekirî’ ya binpêkirina mafê mirovan e.
Bachelet got; “Tedbîrên rewşa lezgîn dibe ku bibe bersivek pêwîst ji bo krîza tenduristiya giştî. Lê belê rewşek lezgîn ne qerta vekirî ya neçariyên mafên mirovan yên li herêmê ji nedîtî ve hatinê ye.”
Bachelet a ku di civîna bi dîmen a li Cenevreyê pêk hatî de axivî wiha da diyarkirin: “Pêwîste tedbîrên rewşa lezgîn bi pîvan be”, her wiha anî jiman ku ji bo pejirandina bê sînor a rewşa lezgîn ya li hinek welatan “Pir bi fikar in.”