Bachelet: Divê dawî li nîjadperestiyê bê anîn

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên têkildarî çalakiyên li DYE'yê anî ziman û ji bo bidawîkirina nîjadperestiyê bang kir.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet têkildarî protestoyên ku ji bo George Floyd li tevahiya DYE'yê dest pê kirin daxuyaniyek weşand.

Bachelet diyar kir, li dijî xwepêşandanên ku metirsîdar nînin, her wiha li dijî rojnamevanan bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êriş tê kirin, bi gaza îsotê dest li wan tê werdan.

Bachelet nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Tevî ku qertên wan ên çapemeniyê bi rengekî eşkere tên dîtin, di xwepêşandanan de êrişa fîzîkî li rojnamevanan tê kirin, tên çavtirsandin, bi rengekî kêfî tên girtin."

Bachelet anî ziman ku di vê der barê de herî kêm 200 bûyer ji wan re hatine ragihandin û got, "Bûyerên diqewimin êrişeke giran a li dijî rojnamevanan e. Hin caran di dema weşanê de bûn hedefa êrişê û hatin girtin. Azadiya îfafde û medyayê li DYE'yê yek ji pîvanên bingehîn ên nasnameya welêt e, lewma ev bûyer hîn bêhtir mirovan matmayî dike."

Mîchelle Bachelet destnîşan kir, ku rêveberiya DYE'yê ji bo xwe ji nîjadperestiyê û tundiyê rizgar bike, divê "guh bide dilê" çalakiyên protestoyî yên li sedan bajarî pêk tên û bangên tên kirin bi cih bîne.

Bachelet got, "Divê guh bide bangên ji bo dawîanîna li kuştina Afro-Amerîkiyan ên bêçek. Divê guh bide bangên ji bo bidawîkirina tundiya polîsan. Ji bo bidawîkirina nîjadperestiya ku zerarê dide civaka DYE'yê divê guh bide bangên tên kirin."