‘Azerbaycanê gule berdan çavdêrên sînor ên YE’yê’

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, Baku sûcbar kir ku gule berdane çavdêrên Yekitiya Ewropayê ku li ser daxwaza wê ji meha Sibatê ve li aliyê sînor ê Azerbaycanê hatine bicihkirin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyeke wiha da: ‘’Yekîneyên girêdayê hêzên çekdar ên Azerbaycanê, nava rojê gule berdan çavdêrên bi wesayîtan li nêzê Verîn Shorzha dewriye dikirin.’’

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê diyar kir ku daxuyanî ne rast e û wiha got: ‘’Dem serdanê ya çavdêrên YE’yê beriya dewriyeyê ji aliyê Azerbaycanê re tê gotin. Ji lew ma îdiaya ku Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ne bi teorî ne jî bi pratîk ne mimkûn e ku rast be.’’

Roja Duşemiyê Azerbaycanê Ermenistan sûcbar kir ku ji bo amadehiya provokasyoneke leşkerî leşkerên xwe şandine ser sînor, Erîvanê anî ziman ku ev îdia ne rast e.

Ev çend roj in ku rageşî di navbeyna her du aliyan de zêde bûye. Erîvan Bakuyê bi astengkirina çûnehata di korîdora Laçînê de sûcbar dike.

Li gor Erîvanê û rêxistinên civakî yên sivîl, ji ber astengiyên di vê rêyê de ku rêya tekane ya ji erdê ve ya di navbeyna Ermenistanê û Karabaxê de ye, di warê dexil û dan, derman û enerjiyê de pirsgirêk hene. Ermenistanê bertek nîşan da ku Baku peşkê li hewila ji bo aştiyê dixe û ji NY’yê xwest ku dest tê wer bide.