Azadiya Ocalan azadiya me ye!

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê çalakî li pêşiya Konseya Ewrûpayê werin kirin. Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara ‘Azadiya Ocalan, azadiya me ye’ li pêşiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê ew ê hin rêzeçalakî werin lidarxistin. Bi beşdariya parlementerên Ewrûpayê çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin û ji bo derketina ji krîzê divê diyalog bi Ocalan re werin danîn.

Ji bo rêzeçalakiyan ji gelek welatên Ewrûpayê bi hezaran kes hatin Strasboûrgê.  Çalakî di saet 12.30’an de bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin. Di çalakiyê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç diyar kir ku azadiya Ocalan û azadiya gelan ji hev ne dûr e û Koç bal kişand ser projeya azadî û aştiyê ya Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn.

KOÇ BANGÎ KONSEYA EWRÛPAYÊ, DMME Û CPT’Ê KIR

Yuksel Koç diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên komploger şer berê li dijî Ocalan dane destpêkirin û li hemberî vî tiştî gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn xwedî li Ocalan derdikevin. Koç diyar kir ku CPT di serî de Konseya Ewrûpayê û saziyên Ewrûpayê mûxatabên azadiya Ocalan in û banga berpirsyariyê li wan kir.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur jî diyar kir ku êdî tecrîd nayê qebûlkirin û ji bo şikandina tecrîdê wan dest bi hin rêzeçalakiyan kirine.

KARTAL: CPT KER Û KOR Û LAL E

Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal jî diyar kir ku CPT li hemberî tecrîda li dijî Ocalan ker û kor û lal e. Kartal bal kişand ser vî tiştî ku tecrîd êşkence ye û di bernameya xebatê ya CPT’ê ya di 2 salan de serdana Ocalan tune.

Kartal bêdengiya li hemberî êrîşên li Kurdistanê rexne kir û bang li Konseya Ewrûpayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê kir ku divê dengê Kurdan bibihîze.

Kartal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo derketina ji krîzê divê tecrîd bi dawî bibe û diyalog bi Ocalan re were danîn.