Aydar ji xwe bawer e ku di hilbijartinên Norwêcê de bi ser bikeve
Di hilbijartinên Norwêcê de cara yekemîn e ku namzeteke Kurd nêzî serketinê ye. Namzeta Osloyê ya Rodt Seher Aydar a ji Konyayê, ji xwe bawer e ku bi ser bikeve.
Di hilbijartinên Norwêcê de cara yekemîn e ku namzeteke Kurd nêzî serketinê ye. Namzeta Osloyê ya Rodt Seher Aydar a ji Konyayê, ji xwe bawer e ku bi ser bikeve.
Li Norwêcê wê 11'ê Îlonê hilbijartinên giştî werin kirin. Ji bo gelemperiya welêt 9 partiyên mezin, ji bo herêman jî gelek partiyên biçûk tevlî hilbijartinê dibin.
Norwêc ev çar sal in ji aliyê du partiyên rastgir Hoyre û FRP ve tê birêvebirin. Pêkanînên yekdestîkirinê, daxisitna baca dewlemendan, zêdebûna cudahiya navbera hatineyan û kêmbûna mafên mirovan, ku di nava çar salên hikumeta rastgir de hatin kirin, rê li ber nerazîbûnê vekirine. Rastgira radîkal FRP ku hevparê hikumetê ye, bi rengekî dervehiştin û tund nêzî biyaniyan dibe. Ev polîtîka dibe sedem ku gel berê xwe bide partiyên çepgirt. Partiya Sor (Rodt), di vê hilbijartinê de yek ji wan partiyan e ku di vê hilbijartinê de herî zêde balê dikişîne. Li gorî anketan, Rodt li hemberî partiyên rastgir dengê xwe zêde dike. Rodt li ser bingeha wekhevî, eadlet û piştgiriyê kampanya xwe ya hilbijartinê dimeşîne. Li gorî çend ji sozên Rodt, wê kreş bê pere bin, xizmetên tenduristiyê (bi taybetî tedawiya diranan) bi temamî bê pere be, piştgirî ji gelên bindest re were dayin û mafên karkeran bên parastin. Rodt partiyeke ku bala xwe li ser meseleya Kurd e. Heyetên xwe hem şandiye Bakurê Kurdistanê, hem jî Rojavayê Kurdistanê û bi vî rengî li cih lêkolîn û çavdêrî kiriye.
NAMZETA KURD A DI HILBIJARTINÊ DE
Di nava namzetên Kurd de naveke Kurd derdikeve pêş. Seher Aydar a ji Konyayê, di hilbijartinên Norwêcê de yekemcar namzeteke ku nêzî serketinê ye. Seher Aydar, di emrê zarokatiya xwe de ji Konyayê koçî Norwêcê kiriye. Tevî ku ciwan e, ev demeke dirêj e di nava tevgerên jinan, saziyên civakî yên sivîl û saziyên dijî nîjadperestan de bi rengekî çalak cih digire. Aydar ku di nava Rodtê de serokatiya baskê ciwanan kir, di hilbijartinên 11'ê Îlonê de namzeta rêza duyemîn a li Oslo ye. Di rêza destpêkê de Serokê Giştî yê Rodtê Bjonar Moxnes heye. Seher Aydar bi civîn, panel û serdana Norwêcî û biyaniyan, kampanya xwe ya hilbijartinê didomîne. Aydar bang li gelê Kurd, Tirkiyeyiyên xwedî mafê dengdanê û hemû dengdêrên Norwêcî kir, ku tevlî hilbijartinê bibin."