Axavtina bi Katalanî, Baskî û Galîçyayî li parlamentoya Spanyayê serbest bû

Parlamenter wê ji niha û pê ve bikarin li parlamentoya Spanyayê bikarin bi Katalanî Baskî û Galîçyayî biaxivin.

Bi daxwaza tevgera serxwebûnxwaz a Katalan a Carles Pûîgdemont, wê ji niha û pê ve parlamenter bikarin di parlamentoyê de bi Katalanî, Baskî û Galîçyayî biaxivin.

Ji partiya Carles Pûîgdemont Jûnts per Catalûnyayê Mîrîam Nogûerast ku di parlamentoyê de bi Katalanî axivî, got: ‘’Rojeke dîrokî ye îro.’’

Kastîlya li seranserê welêt wek zimanê fermî yê yekane hat qebûlkirin. Wê her sê zimanên din jî fermî bin.

Bi vê statuyê bi Kastîlyayê re wê li Katalonyayê, Herêma Bask û Galîçyayê wê zimanên van herêman jî bibin fermî, li dibistanan bên hînkirin û li parlamentoyên herêmî bên bikaranîn.

Ji zû ve bû daxwaza fermîbûna van zimanan dihat kirin. Meha Tebaxê daxwaza fermîbûna ziman a partîya Katalan hat qebûlkirin. Wek bergîdana vê daxwazê partiya Katalan ji bo Sanchez bibe serokê Parlamentoya Spanyayê pê re bû piştgir.

Jûnts per Catalûnya partiya Serokê herêma Katalanan ê berê ku xwe li Belçîkayê girt, her wiha ji hikumetê xwest ku Katalanî, Baskî û Galîçyayî jî bibin zimanên fermî yên YE’yê.

Wezîrên Karên Derve yên Ewropayê roja Sêşemiyê niqaşa vê daxwazê kir. Di civînê îtîraz hatin kirin ku ji bo dayîna biryarê hinekê din wext bê dayîn.