Awûstûrya wê destûrê nede mîtîngên Erdogan!

Hikumeta Awûstûryayê, piştî biryara hilbijartina ferzkirî ya rejîma Erdogan da xuyakirin ku eger siyasetmedarên Tirk ji bo kampanya hilbijartinê bên Awûstûryayê wê li pêşiya wan bibin asteng.

Hilbijartina li Tirkiyeyê ku diviyabû Mijdara 2019'an de bihata kirin, bi tifaqa AKP û MHP'ê bi rengekî pêşwext di 24'ê Hezîrana 2018'an de bê kirin. Krîza rejîma AKP'ê ya bi welatên Ewropî r ku di dema refearndûma destûra bingehîn a Nîsana 2017'an derket, ji nû ve rû dide.

Di dema kampanya referandûmê de Awûstûrya, Hollanda, Elmanya û gelek welatên din ên Ewropayê destûr nedabû propaganda hilbijartinê ya rejîma Erdogan. Hollandayê wezîreke Tirk dersînor kiribû û ji ber astengiyên li Elmanyayê jî Erdogan hikumeta Berlînê bi 'Nazîzm'ê sûcdar kiribû.

Li ser helwesta welatên rojavayî ya der barê vê hilbijartinê, daxuyaniya destpêkê ji aliyê hikumeta Awûstûryayê ve hate dayin.

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz ji radyoya ORF re axivî û got, "Hikumeta Erdogan bi salane hewl dide ji civaka bi eslê xwe Tirk a li Ewropayê sûdê werbigire."

Kurz ku lîderê koalîsyona rastgiriya tund û mûxafazakar e got, "Em naxwazin li Awûstûryayê kampanya hilbijartinê ya Tirk bê kirin û ji ber vê yekê em ê destûrê nedin."