Awûstûrya dixwaze têkiliyên bi rejîma Erdogan re sererast bike!

Piştî Elmanyayê, hikumeta Awûstûrya jî dixwaze têkiliyên xwe yên bi rejîma Erdogan re sererast bike. Wezîra Karên Derve ya Awûstûryayê Karîn Kneîssl wê 25'ê Çileyê biçe Tirkiyeyê. Kneîssl ev demeke peyamên germ dide Tirkiyeyê.

Awûstûrya yek ji wan welatan bû ku beriya referandûma 16'ê Nîsanê bi rejîma Erdogan re ketibû nava krîz û aloziyeke giran. Hikumeta Viyanayê ku destûr neda wezîr û siyasetmedarên AKP'yî bên welatê wan, di asta heqaretê de nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk û hikumeta Tirk dabû.

Desthilatdariya AKP'ê ku hewl dide têkiliyên xwe yên bi Elmanyayê re sererast bike, hewldaneke din a bi heman rengî ji bo hikumeta Viyanayê jî da destpêkirin. Wezîra Karên Derve ya Awûstûryayê Karîn Kneîssl da xuyakirin ku ew hefteya bihurî bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re peyivî ye û ev axaftin erênî derbas bûye. Bi vî rengî sînyal da ku têkiliyên navbera her du welatan dikarin ji nû ve bên sererastkirin.

Zelal bû ku Kneîssl wê 25'ê Çileyê serdana Tirkiyeyê bike. Kneîssl piştî axaftina bi telefonê ya bi Çavûşoglû re ji medya Awûstûryayê re axivî û pesnê Tirkiyeyê da.

Kneîlssl diyar kir ku bi Enqereyê re ew dikarin dest bi rewşeke nû bikin û got, "Baweriya min bi hêza dîplomasiyê heye."