Awûstralya di lêpirsîna têkildarî vîrûsa koronayê de israr dike

Awûstralyayê xwest, têkildarî vîrûsa koronayê ya nû lêpirsînek di asta navneteweyî de bê kirin. Çînê nerazîbûn nîşan da. Serokwezîrê Awûstralyayê îdîa kir ku lêpirsîn bi taybetî li dijî welatekî nîne.

Piştî ku Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrîson xwest, têkildarî krîza tenduristiyê ya heyî di asta navneteweyî de lêpirsîn bê kirin, têkiliyên navbera Awûstralya û Çînê hefteyên dawî aloz bû.

Morrîson ji bo vê daxwaza xwe hefteya derbasbûyî bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re axivî.

Morrîson daxuyaniyeke nû da û diyar kir, daxwaza ji bo lêpirsîna li ser çavkaniya pandemiyê daxwazeke rast e û got, ev yek bi taybetî li dijî welatekî nîne.

Morrîson anî ziman ku helwesta welatê wan ne ji bo rexnekirina Çînê ye, lê belê ev daxwaz Çînê aciz bike jî wê daxwaza lêpirsînê bike.

Vîrûsa korona ya nû meha Kanûnê li Çînê der bûbû. Laboratûwara li Wûhanê ku bû hedefa sûcdariyan, ragihand ku ti pêwendiya wan bi vîrûsê re nîne û çavkaniya vîrûsê hîn jî nayê zanîn.