AVEG-KON: Em ji bo parastina Şoreşa Rojava bikevin nava tevgerê
AVEG-KON’ê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got: “Em ji bo parastina Şoreşa Rojava bikevin nava tevgerê.”
AVEG-KON’ê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got: “Em ji bo parastina Şoreşa Rojava bikevin nava tevgerê.”
Konfederasyona Koçberên Bindest ya Ewropayê (AVEG-KON) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Rejîma qesrê ya faşîst êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kir. Herî dawî hefteya borî bi êrîşa sûîqastê Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma qetil kir. Nemir Yûsra Derwêş û Lîman Şiwêş di heman demê de di qada civakî ya şoreşa jinê ya Rojava de du pêşeng in. Beriya çend mehan li Parîsê Evîn Goyî û du hevrêyên wê, li Rojava fermandarên MLKP’ê Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû, beriya çend rojan li Başûrê Huseyîn Arasan bûn hedefa êrîşên sûîqastê.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“DYE û Rûsya ku destûrê dide hemû êrîşên mêtingeriya Tirk û qadên hewayî nagirin, ji ber berjewendiyên xwe li hemberî sûcên li dijî gelên Rojava tên kirin, bêdeng in. Me duh Şoreşa Rojava bi piştevaniya gelên cîhanê, karker û enternasyonalîstên kedkar parast. Îro jî em ê li dijî mêtingeriya faşîst û hêzên emperyalîst ku gefê li şoreşê dixwin, bi heman ruhê têkoşer dakevin kolanan û biparêzin!
Em bang li gelên xwe yên li Ewropayê dikin ku berxwedanê hîn mezintir bikin û li dijî êrîşan Şoreşa Rojava biparêzin. Em ji bo parastina destkefiyên şoreşê, piştevaniya enternasyonalîst a gelan mezin bikin!”