Atîna dixwaze pirsgirêka bi Enqereyê re li Laheyê çareser bike
Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Mitçotakis ragihand ku ew dixwazin nakokiya xwe ya dîrokî ya bi Tirkiye ya cîran re ya derbarê sînordarkirina herêmên deryayî li Laheyê çareser bikin.
Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Mitçotakis ragihand ku ew dixwazin nakokiya xwe ya dîrokî ya bi Tirkiye ya cîran re ya derbarê sînordarkirina herêmên deryayî li Laheyê çareser bikin.
Serokwezîr Mitçotakis roja piştî hevdîtina xwe li Vilniusê ya bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re di lûtkeya NATO’yê de, di hevpeyvînekê de ligel kanala Skaï got: "Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêka sînordarkirina herêmên deryayî ye, ku nakokiya me ya sereke bi Tirkiyê re ye."
Mîtsotakis amaje bi saziya darazê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku navenda wê li Laheyê ye kir û diyar kir ku divê pêşî lihevkirinek bi Enqereyê re bê kirin. Mîtsotakis xwest, "Dadgeha Navneteweyî vê doza ku bi dehan salan e li bendê ye bigire dest."
Kiryakos Mitsçotakis ku piştî hilbijartinên 25’ê Hezîranê yên li Yewnanistanê cara duyemîn bû desthilatdar, destnîşan kir ku di vê mijarê de lihevkirina bi Enqereyê re ne karekî hêsan e.
Atîna û Enqere demeke dirêj e li ser herêmên aborî yên taybet ên giravên Yewnanistanê yên li nêzî peravên Tirkiyeyê yên li Derya Egeyê û sînordarkirina refa parzemînan û ji ber vê yekê li ser mafên keşfa enerjiyê ya li vê herêmê li hev nakin.
Hevdîtinên "bi armanca keşfê" ên di navbera pisporên her du welatan de, ku di sala 2000'î de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dest pê kiribûn, heta îro gelek caran hatine qutkirin û bê encam mane.