Asta pêşketinê ya welatên Ewropayê di gelek mijaran de dûrî hev e

Di rapora "Sosyal Portre" ya Enstîtuya Lêkolînên Aborî û Statîstîka Neteweyî ya Fransayê (INSEE) de hat ragihandin ku welatên li Ewropayê di gelek mijaran de gelekî dûrî hev in.

Rojnameya Le Fîgaro cih da rapora navborî û bal kişand ser daneyên sosyo-ekonomî yên welatên Elmanya, Belçîka, Danîmarka, Spanya, Fînlandiya, Îtalya, Fransa, Luksembûrg, Hollanda, Yewnanîstan, Polonya, Portekîz, Kraliyeta Yekbûyî û Swêdê.

ASTA PERWERDEYÊ HERÎ ZÊDE LI LUKSEMBÛRGÊ BILIND E

Di sala 2016'an de asta wergirtina dîplomayê ya şexsan di hîndekariya bilind de, li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê 39,1 ji sedî ye. Li Fransayê ev rêje 43,6 ji sedî, li Elmanyayê 33,2 ji sedî û li Kraliyeta Yekbûyî 48,1 ji sedî ye. Ev rêje li Luksembûrgê 54,6 ji sedî, li Îrlandayê 52,9 ji sedî ye. Bi vî rengî, di wergirtina dîplomaya hîndekariya bilind de  Luksembûrg li pêş e.

BÊKARÊN JI HÎNDEKARIYA BILIND MEZÛN BÛNE, HERÎ ZÊDE LI YEWNANÎSTAN Û ÎTALYA NE

Di nava 3 salên destpêkê de îstîhdama mayinde ya mirovên ji lîse yan jî saziyên perwedeyê yên jê bilindtir mezûn bûn, li gelmeperiya Ewropayê 78,2 ji sedî ye. Li vê qadê, bi rêjeya 90,1 ji sedî Hollanda û bi rêjeya 90,2 ji sedî jî Elmanya di rêzên destpêkê de cih girtin. Li Fransayê ev rêje 71,1 ji sedî, li Îtalyayê 52,9, li Yewnanîstanê jî 49,2 ji sedî ye.

Rêjeya bêkariyê di sala 2016'an de li gelemperiya Ewropayê 8,5 ji sedî ye Li Elmanyayê 4,1, li Kraliyeta Yekbûyî 4,8 ye. Li Yewnanîstanê 23,6, li Spanyayê 19,6 ye.

ASTA BÊKARIYA CIWANAN LI WELATAN JI HEV GELEKÎ CUDA YE

Rêjeya bêkariya ciwanan li gelemperiya Ewropayê 18,7 ji sedî ye. Li Yewnanîstanê 47,2 ji sedî, li Spanyayê 44,4 ji sedî û li Îtalyayê jî 37,8 ji sedî ye. Rêjeya herî nizm a di vî warî de li Elmanyayê ye ku 7 ji sedî ye. Hollanda jî 10,8 ji sedî ye. Li Fransayê e rêje 24,6 ji sedî ye.

WELATÊN KU ASTA ARAMIYÊ LÊ BILIND E LI BAKUR Û ROJAVAYÊ EWROPAYÊ NE

Asta aramiyê jî li gorî daneyên sala 2014'an hate pîvandin. Li gorî vê yekê, salane hatina şexsekî li gelemperiya Ewropayê bi nîvekê 18 hezar 522 Euor ye. Li Luksembûrgê 39 hezar û 707 Euro, li Danîmarkayê 31 hezar û 518 Euro ye. Di asta herî kêm de jî li Polonyayê 6 hezar û 376 Euro ye.

Di rêzên destpêkê yên hatineya herî bilind a şexsan de Swêd, Fînlandiya, Fransa, Kraliyeta Yekbûyî, Îrlanda, Belçîka û Elmanyayê cih girtin.

ASTA XIZANIYÊ HERÎ ZÊDE LI SPANYAYÊ BILIND E

Asta xizaniyê li gorî sala 2014'an li gelemperiya Ewropayê 17 ji sedî ye. Li Spanyayê ev rêje 22 ji sedî, li Yewnanîstanê 21 ji sedî ye. Li Îtalya û Portekîzê jî 20 ji sedî ye.

Li Danîmarka, Hollanda û Fînlandiyayê 12 ji sedî, li Elmanya û Kraliyeta Yekbûyî 17 ji sedî û li Fransayê jî 14 ji sedî ye.

FRANSA DI LÊÇÛNÊN EWLEKARIYA CIVAKÎ DE DI RÊZA DESTPÊKÊ DE YE

Li gorî rapora INSEE ji sala 2014'an û pê ve ji aliyê lêçûnên ewlekariya civakî de li gorî hatineya milî Fransa bi rêjeya 34,3 ji sedî di rêza destpêkê de cih girt. Danîmarka bi rêjeya 32,9 ji sedî, Hollanda 30,9 ji sedî, Îtalya 29,9 ji sedî, Swêd 29,5 ji sedî û Elmanya jî bi 29,1 ji sedî di rêzên destpêkê de cih girtin.

Di asta herî nizm de Polonya bi 19,1 ji sedî û Îrlanda bi 20,6 ji sedî di rêzên dawî de cih girtin.