Artêşa Venezûelayê amadekariyan li dijî DYA dike

Piştî gefa Serokê DYA Donald Trûmp a li ser destwerdana leşkerî, Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro ferman da yekîneyên leşkerî ji bo xwe amade bikin.

Serokkomarê sosyalîst Nîcolas Madûro, ku li ber xwepêşandanên mûxalefeta rastgir rabû û îstifa nekir, bûbû hedefa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA).

Serokê DYA Donald Trûmp çend roj berê dabû xuyakirin, ku li dijî Venezûelayê 'alternatîfa leşkerî' jî li ber dest e.

Rêveberiya Venezûelayê jî bi tedbîrên leşkerî bersiv da vê daxuyaniya Trûmp. Madûro daxuyaniyek da û diya rkir, ku ji bo yekîneyên leşkerî rojên 26 û 27'ê Tebaxê tetbîqatê bikin, wî ferman daye.

Madûro li ber Qesra Serokkomariyê ji alîgirên xwe re axivî û got, ku ji bo xwe 'bi tank, balafir û moşekan aştiyê biparêzin' wî ji artêşê xwestiye xwe amade bike. Madûro got, "Em ê gefa leşkerî ya emperyalîzma Amerîka Bakur têk bibin" û destnîşan kir, ku ew ji gefên leşkerî natirsin.