Artêşa Sûriye Maaret El Nûman ji çeteyan girt

Artêşa Sûriye bi desteka esmanî ya Rûsya bajarê Maaret El Nûman a dikeve başûrê Idlibê ji destê çeteyanb der xist.

Artêşa Sûriye bi desteka esmanî ya Rûsya bajarê Maaret El Nûman a dikeve başûrê Idlibê ji destê çeteyanb der xist.

Hate ragihandin ku çeteyên ku dewleta Tirk destekê didin wan li Maaret Nûman bê ku şer bikin ji bajar vekişiyane.

Bajarê Maaret El Nûman ê li ser rêya M-5 a girêdayî Heleb-Şamê ye, dikeve xeta vekişîna çeteyan a bi peymana Mûtabaqata Soçî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê li hev kiribû ku bi qasî 15 kêlometreyane.

Çete ji bo pêşiya artêşa Sûriye ya ber bi Maaret El Nûman bigirin, bi roj in êrîşî taxên rojavayê Helebê dikin.