Artêşa Rûsya: Rojhilatê Gûtayê bi temamî hate kontrolkirin

Artêşa Rûsyayê, ragihand ku Rojhilatê Gûtayê bi temamî ji komên çekdar rizgarkiriye. Komên dawî yên li Dûmayê jî çekên xwe yên giran radest kirine.

Generalê Rûsya Yûrî Evtûşenko got: “Di dîroka Komara Ereb a Sûriyeyê de îro bûyerekî gelek girîng pêk hat. Hikûmeta Sûriye li bajarê Dûma li ser avahiyekê ala xwe li ba kir.”

Evtûşenko ragihan d bi vî awayî bajarê Dûma bi temamî hate kontrolkirin.

Li gorî daxuyaniya roja Pêncşemê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê kir, nuqteyên dawî yên li Dûmayê ji komên Ceyşûl Îslamî hatiye girtin û leşker û polîsên Rûs li herêmê hatine bicihkirin. Li gorî ajansa dewletê ya Rûsyayê jî li herêmê ‘rewş aram’ e.

Rojhilatê Gûtayê weke ‘qele’ yeke girîng a dawî ya komên bi çek a nêzî Şamê dihate zanîn. Li dijî vê herêmê bi rojane ku tevî hatibû dorpêçêkirin operasyon dihatin kirin. Komên bi çek dawiya dawî xwe radestkirin.

Ceyşûl Îslamî ya ku herî dawî li Dûmayê bi bandor bû, çekên xwe yên giran radestî hêzên Rûs kirin. Li gorî rayedarên Rûs, di nava 24 saetên dawî de lîderê komê û 1500 kes hatiye veguhestin.

Operasyonên li dijî bajarê Dûmayê ji beriya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê ango 18’ê Sibatê destpê kiribû. Li gorî Malaçavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di operasyonan de nêzî 1,600 sivîl hatine kuştin.