Artêşa Rûs: Ji destpêka salê û vir ve me 880 km2 ji xaka Ûkraynayê bi dest xistin
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Andrey Beloûssov îdîa kir ku leşkerên wan ji destpêka salê û vir ve qadeke ji 880 km2 ji xaka Ûkraynayê bi dest xistine.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Andrey Beloûssov îdîa kir ku leşkerên wan ji destpêka salê û vir ve qadeke ji 880 km2 ji xaka Ûkraynayê bi dest xistine.
Wezîr Beloûssov li civîneke Rêxistina Peymana Ewlekariyê ya Kolektîf (CSTO) a li Almati axivî û got, "Ji hemû aliyên taktîkî ve pêşketin heye."
Andrey Beloûssov got, "Îsal li Ûkraynayê qadeke ji 880 km2 kete bin kontrola artêşa Rûs" û diyar kir ku meha Gulanê hêzên wan '28 jîngeh' bi dest xistine.