Artêşa Haftar balafireke bêmirov a Tirk xist xwarê

Hêzên general Haftar ên li rojhilatê Lîbyayê ragihandin ku wan balafireke bêmirov a dewleta Tirk îmha kirine. Hêzên Haftar piştî ku şeş welatiyên Tirk destgîr kir ew berdan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku şeş Tirk ji aliyê hêzên Haftar ve hatine destgîrkirin û gef xwaribû ku eger neyên berdan wê bersivê bidin.

Çend saet piştî vê daxuyaniyê, artêşa Halîfe Haftar ragihand ku balafireke bêmirov a Tirk a bi tîpa Bayraktar li balafirgeha Trablûsê hatiye îmhakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên me balafireke bêmirov a bi tîpa Bayraktar di dema rabûnê de kirin hedef û li pîsta leşkerî îmha kirin."

Wezareta Karên Derve ya Tirk Duşemê daxuyaniyeke din weşand û diyar kir ku Tirkên hatin destgîrkirin hatine berdan.

Haftar beriya du rojan Tirkiye weke 'dijmin' ragihandibû û ferman dabû ku li hedefên Tirkan bên xistin.