Anketek li Elmanyayê: Dengê partiyên desthilatdar kêm dibe

Li gorî anketa saziya lêkolînê Kantar ku ji bo rojnameya Bîld Zeîtûngê çê kir, partiyên yekîtiya xiristiyan ên li desthilatdariyê (CDU/CSU) popularîteya ku di têkoşîna dijî şewba Covîd-19 de bi dest xistibûn, winda dikin.

Li gorî anketê, partiyên CDU û CSU ku heta dawiya meha Gulanê rêjeya dengê wan gihîştibû heta ji sedî 40'î, eger îro hilbijartin bibe wê ji sedî 34 be. Her du partiyan di hilbijartinên 2017'an de ji sedî 32.9 ê dengan wergirtibûn.

Di heman anketê de hate ragihandin ku rêjeya dengên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku hevkarê desthilatdariyê ye, li gorî encama beriya hefteyekê bi pûanekê zêde kiriye û bûye ji sedî 17. li gorî anketê partiya ku şensê xwe zêde ye ku bibe duyemîn partiya herî mezin a welêt Partiya Keskan e. Rêjeya dengê vê partiyê li gorî anketek beriya niha bi 2 pûanan zêde bû û gihîşt ji sedî 20. Partiya Keskan di hilbijartinên 2017'an de ji sedî 8.94 ê dengan wergirtibû.

Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ku ji ber nijadperestên Nazî di nava xwe de vedihewîne dibe hedefa rexneyên giran, pûanek kêm kir û rêjeya dengê wê daket ji sedî 9. AfD'e di hilbijartinên 2017'an de ji sedî 12.64 ê dengan wergirtibû û bûbû sêyemîn partiya mezin. Piştî ku CDU/CSU û SPD'ê koalîsyon ava kir, bû partiya bingehîn a muxalefetê.

Li gorî anketê Partiya Çep (Dîe Lînke) ji sedî 8 ê dengan werdigire.