Anarşîstan ji bo piştgiriya Kurdan li dijî Sefaretxaneya Îranê çalakî kirin

Komeke anartşîst li paytexta Yewnanîstan Atînayê şibakeyên cihê nobedar a li pêşiya Sefaretxaneya Îranê şikdanin û boyaxa sor li avahiyê dan.

Koma li dijî Sefaretxaneya Îranê hate kirin koma bi navê Rûbîcoon (Roûvîkanos) li xwe girt. Têkildarî çalkiyê tu kes nehatine destgîrkirin.

Li gorî çavakaniyên polîsan komeke bi qasî 10 kesan ku hesin li destê wan bûn, şibakeyên cihê nobedariyê ya li pêşiya Sefaretxaneya Îranê ya li taxa Psychîkoyê ye şikandin. Di çalakiyê de tu kes birîndar nebûn.

Rûbîcon a koma anarşîstan li ser înternetê peyamek weşand, ragihan ku bi armanca ‘Piştgiriya bi Kurdan re’ vê çalakiyê kirine. Koma anartşîst dîmenên çalakiyê jî parve kirin. Di dîmenan de dixuyê ku dema ku kom diçin ser cihê nobedariyê şibakeyên wê dişkînin.

Rûbîcon a di hefteyên dawî de li Yewnanistanê aktif in, gelek çalakiyên li dijî avahiyên civakî, kargeh, baneqe û sefaretxaneyana li xwe digirin. Di çalakiyan de ziyanên madî nakin.

Çalakiya dawî ya komê 17’ê Tebaxê li dijî Sefaretxanaya Avûstûryayê bû. Koma anarşîst ji bo protestokirina pêşnûmeya gotûbêjkirina demê kar a ji bo 12 saetan a hikûmeta Avûstûryayê ev çalakî kiribûn.