Amerîkî rojane 150 hezar ton madeyên xwarinê diavêjin

Li gorî lêkolînekê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate kirin, Amerîkî rojane 150 hezar ton madeyên xwarinê diavêjin. Ev jî tê wê wateyê ku her şexsek 400 gramî diavêje.

Li gorî nûçeya rojnameya PLOS ONE, madeyên xwarinê yên hatine avêtin li para 7 ji sedî ya zeviyên Amerîkayê hatine çandin. Ji bo vê jî bi hezaran milyar lître avê hatine avdan. Ev madeyên xwarinê her wiha 30 ji sedî yê kaloriya her Amerîkiyekî rojane diqedîne.

Li gorî lêkolînê, Amerîkî rojane bi qasî 150 hezar ton madeyên xwarinê diavêjin. 39 ji sedî ya van madeyên têne avêtin jî fêkî û zebze ne. 14 ji sedî berhemên şîr in, 14 jê goşt e, 12 jî zad e. Balkêş e madeyên ku herî kêm têne avêtin jî chips, rûn, şekir û vexwarinên bê alkol in.

Ji lêkolînerên Zanîngeha Vermontê Meredith Niles bi bîr xist ku fêkî û zebze ji bo tenduristiya mirovan berhemên herî hêja û girîng in, lê yên ku herî zêde tên avêtin jî ew in.

Di lêkolînê de her wiha ji bo pêşî li israfê were girtin, pêşniyar li hikumetê tê kirin ku di vî warî de hewl bide.