'Alternatîfa peymana nukleerê ya bi Îranê re nîne'

Yekîtiya Ewropayê ji bo peymana nukleerê ya bi Îranê re hatiye mohrkirin, ku Serokê DYA Donald Trump xwe jê vekişand, hişyarî da ku 'alternatîfa wê nîne'.

Komîsera Bilind a Ewlekarî û Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini rexne kir ku DYA ji bo nûkirina peymana nukleerî ya bi Îranê re mercên giran datîne.

Mogherini gotinên Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo nirxand û got, nayê fêhmkirin bê vekişîna ji peymanê wê bi çi rengî bi kêrî ewlekariya herêmê were.

Mogherini her wiha destnîşan kir ku vekişîna DYA ji peymanê wê bandorê li Îranê neke.

Serokê DYA Donald Trump ji bo peymana ku Tîrmeha 2015'an di encama danûstandinên 20 mehî de hate mohrkirin gotibû, "nebaş e"

Li gorî vê peyamê, di berdêla kontrolkirina tesîsên nukleerê ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve, wê pêkanînên li ser Îranê werin rakirin. Elmanya, Brîtanya, Fransa, Çîn û Rûsya aliyekî vê peymanê bûn.