Aliyê Fîlîstînê ragihand ku li Xezayê li hev hatiye kirin

Hate ragihandin ku li Xezayê Îsraîlê û rêxistinên Fîlîstînî li hev kirine. Ev daxuyanî ji aliyê Fîlîstînê ve hate dayin.

Rêxistinê Hamasê û Cîhada Îslamî piştrast kirin ku bi Îsraîlê re li hev hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyên her du rêxistinan, lihevkirin bi hewldanên Misrê pêk hatiye. Rêxistinên Fîlîstînî wekî din diyar kirin ku wê bersivê bidin êrîşan. Lê belê li ser naveroka peymanê heta niha agahiyeke zelal nehatiye dayin.

Îsraîlê jî doh ragihandibû ku zêdeyî 40 nuqteyên Hamasê yên li Xezayê hatine bombekirin. Ji ber êrîşê 2 Fîlîstîniyn jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû doh daxuyaniyek dabû û gotibû, "Me biryar dan ku li dijî Hamasê operasyoneke xurt bikin."

Ji ber roketên ji Xezayê ber bi başûrê Îsraîlê ve hatin avêtin gelek kes birîndar bûbûn.